Ocalan: Divê karibim bi derve re têkiliyê deynim
Ocalan: Divê karibim bi derve re têkiliyê deynim
Ocalan: Divê karibim bi derve re têkiliyê deynim
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ku li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî got, "Birêz Ocalan ji hucreya biçûk derxistine û birine cihek firehtir. Demîrtaş, anî ziman ku Ocalan ji wî re wiha gotiye: "Birêz Ocalan ji min re got, 'Eger weke estrumanekê nêzî min bibin, ez nikarim zêde tevkarî bidim vê pêvajoyê. Ligel rewşa Sûriye û Misrê ku rewşeke bi aloz heye, eger dixwazin; ez ji bo pêvajoya li Tirkiyeyê, rolekî erênî bilîzim, divê derfetên min ji bo ez karibim zêdetir mudaxaleyê li pêvajoyê bikim, werin başkirin. Teqez divê ez bi parêzaran re hevdîtinê bikim. Lazime çûnûhatina parêzerên min nebe mijara nîqaşê. Di vê pêvajoyê de pêwîst e, hatina parêzer û rojnamevanan nebe pirsgirêk'."
Hevserokê BDP'ê yê Giştî Selahattîn Demîrtaş, ku li Girava Îmraliyê 4 saetan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî, detayên hevdîtinê ji DÎHA'yê re nirxand. Demîrtaş, got, "Birêz Ocalan, di hevdîtina me ya dawî de, ji hemû gel û ji hemû rêhevalên xwe yên girtî re silav û hezkirinên xwe yên taybet şand. Birêz Ocalan, ku niha 65 salî ye li giravê ligel hemû derfetên zor û zehmet dîsa bi awayekî bêhempa li ber xwe dide. Pirsgirêkên wî yên tenduristiyê yên weke, şilbûna çav û diltengî hêj didome. Lê bi giştî moral, kelecanî û rewşa tenduristiyê ya fizîkî baş bû. Li ser vî esasî ji her kesî re silavên xwe şandin."
HEVDÎTINA HERÎ DIRÊJ
Demîrtaş, diyar kir ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re civînên ji heta niha yên herî dirêj pêk anî û nêzî 4 saetan berdewam kir. Demîrtaş, da zanîn ku wan di civînê de hemû mijaran û pêşketinan dirêj nirxandin. Demîrtaş, wiha got: "Me mijar heta sernavên binî jî nirxand in. Me nêrînan bi hev re parve kir û me nirxandinên wî guhdar kir." Demîrtaş, destnîşan kir ku çûna heyetan a giravê divê baş bên kirin û bi heyetên BDP'ê yên her 15 roj û carekî têr nake.
'OCALAN DERBASÎ CIHE XWE YÊ NÛ BÛYE'
Demîrtaş, berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: "Ji serî ve birêz Ocalan vê dibêje. Çûna giravê ya ji parlamenterên partiya me pir girîng e, ji bo pêşketina pêvajoyê bêguman girîngiya xwe heye. Lê ev têr nake. Divê ji bilî me rêxistinên civakî yên sivîl, endamên çapemeniyê, nivîskar, rewşenbîr, rûspî jî karibin herin giravê û bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Heke nêzîkahiyek wiha tune be demek heta îro weke ya birêz Ocalan wek navgînî digirin dest. Lê na heke rewşa wî weke stratejîk bên hesabkirin divê pêşiya van hevdîtinan jî bên vekirin. Pêwîst e têkilî û temasa bi cîhana derve re ya ji bo pêvajoyê pêş bixin. Her wiha divê rewşa tenduristiya Birêz Ocalan bi awayekî ciddî bigirin dest. Divê di hêla tibî ya ku deqîqe bi deqîqe rewşa wî karibin bişopîn in li wir hebe. Ango hem di hêla tenduristî, hem ewlehî û hem jî têkiliya wî ya bi derve re li gor rewşa wî ya stratejîk bê sererastkirin. Birêz Ocalan ji cihê ku ji 2009'an ve di wê hucreya teng de tê girtin derbasî cihê nû bûye. Cihê nû jî dema roja nû ya wî biribûn wir e. Ango ne li derveyî girtîgehê ye. Nîqaşên manîpule yên wek e 'cihek e taybet çêkirin e. Wek e qesrê ye' tên kirin. Ev ne rast e. Li cihê ku cara pêşî anîbûn de dimîne. Ev der li gor hucreya din hineke din firehtir e. Belkî ji ber dan û stendina nefesê de zehmetî dikişand, li vê cihî hinekî hêsantir bike. Pergala Îmraliyê bi serê xwe pergala tecrîdê ye. Di nava giravê de li ku çêbikin bila çêbibe rewşa mirovan tecrît e. Tiştek e din nîn e. Heke têkiliya wî ya bi cîhana derve re bê sererastkirin Birêz Ocalan bi vî awayî dikare zêdetir alîkariyê bide pêvajoya çareseriyê."
'WEKE ENSTRUMAN NÊZÎK BIBIN EZ NIKARIM ALÎKARIYÊ BIDIM'
Demîrtaş, der barê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî ev tişt gotin: "Birêz Ocalan got 'ez ji bo kesayeta xwe, rewşa xwe ya kesayetiyê nabêjim. Ji bo ez pozîsyona xwe ya serokatiyê, rola min a ji bo pêvajoyê û pozîsyona xwe bilîzim, dewletê jî, gel jî, BDP'ê jî her tim li ser min ferzkirin. Ez dixwazim niha rola xwe bilîzim. Ji ber vê yekê yên van tiştan li ser min ferzkirin, ên ricayê ji min kirin bila niha pêşiya min vekin. Min bi ferzkirinê, bi zorê xwe nekir serok. We xwest. We xwest ez rol bigir m. Ez jî niha rola xwe dilîzim. Lê heke hûn weke enstruman û amûrvanî nêzîkî min bibin ez ê nikaribim alîkarî bidim pêvajoyê. Heke bixwazin ez di pêvajoya Suriye, Misir û rewşa kaotîk a di Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê de rola erênî bilîzim, divê rewşa min li gor karibim mudaxeleyê pêvajoyê bikim û îmkanên zêdetir bên sererast kirin. Ev jî tê wateya rewşa min ji rewşa amûrvanî derdixe û dê bixe rewşa stratejîk."
'NÊZÎKATIYEK DI 2’Ê ÎLONÊ DE PÊVAJO BI DAWÎ BIBE NÎNE’
Demîrtaş, destnîşan kir ku hikûmet beriya 1'ê Îlonê û pişt re nêzîkatiya xwe ya li hember Ocalan guhertinek stratejîk dê ji bo pêvajoyê gelek girîng bibe û wiha axivî: "Ya rastî di vê mijarê de hinek diyarkirin hene. Mirov nikare bêje di milê dewlet û hikûmetê de helwestên hişk hene. Li holê tiştek tatmîn û hewladenk tune ye. Brêz Ocalan sedemên dayîna dîrokên 1'ê Îlonê û 15'ê cothmehê ji ber ku hikûmet bi stratejîk nêzî mijarê nabe ye. Vê wek tehdît û şantaj nade pêşkêşkirin. Hikûmet li gor streatejîk ji bo tevnegere dîrokkirina pêvajoyê gelek girînge. Ger ku di 1’ê Îlonê gav neyê avêtin di 2’ê îlonê de wek pêvajo bi dawî bibe jî tiştek wisa hişk jî nîne. Lazime dev ji nêzîkatiyên aburî yên li hember Brêz Ocalan bi dawî bibe û hevdîtine bikevin astekî asayî. Gotinên têkildarî Ocalan lazime werin terkirin. Têgehên wek ‘terorîst’ û ‘Serokê terorê’ hikûmet û medya dev jê berde.”
'XITIMANDIN NE MIJARA GOTINÊ YE’
Demîrtaş, diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi di heyeta deweletê re hevdîtin kiriye û wiha axivî: “Hevdîtina heyeta Dewletê û Ocalan tê diyarkirin ku pêvajo ne hatiye xitimandin. Hevdîtina di navbera wan de ji bilî mutabakata paratîkî bêtir dê çiqas rengê xwe bide pratîka siyasî girînge. Ew li wir di çarçoveyekî de nîqaşan dikin. Wisa xal bi xal ne bi şeklê bazariyê derbas dibe. Bi heyeta dewletê re zîhniyetek çareseriyê ya hevpar tê li pêşxistin. Li wir bi vîna xwe li çareseriyê digerin. Viya wek zordarî û êrîşan pêk naynin. Heyeta dewlet û Brêz Ocalan di encama nîqaşan de nêrînek hevpar derdixin holê. Niha mirov nikare bêje hikûmet heman tiştî dike. Vîna hikûmetê ya cewher, BDP û bi muhatabên kurd re heman têkiliyê pêk nayîne. Xitimandinê esîl û tengezarî ev in. Hikûmet ji bo Îmralî pratîka rihê pêkan dernaxe holê. Dema wisa nabe jî rageşî û xitmandin derdikeve. Dema Ocalan li derve dinêre tengezariya dibîne lê ev nake bidawî anîna pêvajoyê.”
‘LAZIME AGAHIYÊ WÎ JI CÎHANÊ NEYÊN QUTKIRIN’
Demîrtaş, anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji parêzerên xwe re silav şandiye û gotiye pêwîst e parêzerên wî girtî bên berdan û wiha got: “Birêz Ocalan, ‘Bêguman pêwîst e ez bi parêzerê xwe re hevdîtinê bikim. Lazime nîqaşa çûnûhatina parêzeran nebe mijara gotinê. Heta niha min ev nekiriye pirsgirêk. Ji ber ku bi we û heyetê re hevdîtinên min pêk hatin. Lê ji niha şûn ve lazime hatina parêzer û rojnamevanan nekin pirsgirêk.’ ev jî wek şert û sepandin nayê holê. Ev pêwîstiya awarteya muzakereyan e. Ger muzakere li pêş bikeve lazime ev bi asayî bên kirin. Ger muzakere bi kesekî re werin kirin û ev mirov bi cîhanê re girêdanê wî qut bibin tiştekî bi aqîlî nîne. Ger hukûmet vê neke tê wateya ku muzakereyan nake.”
'OCALAN DIYAR DIKE KU TIŞTÊN JÊ HATINE XWESTIN PÊKANIYE’
Demîrtaş, ev nirxandin kir: “Birêz Ocalan diyar dike ku di qonaxa yekemîn de tiştên ku jê hatine xwestin hemûyan pêkaniye. Ocalan, dibêje ‘Hevdîtinên me kirine tiştên ji min xwestine temamî rawestina mirin û şer û destpêkirina paşde çûyînê bû. Min van hemûyan pêk anî. Em biserketin.’ Li gel vî awayî li benda hejmar sekinandinê bê wate ye. Mirin û şer hatiye asta sifirê. Qonaxa yekemîn ev bû û ev pêk hat.”
'GEL ESAS BIGIRIN'
Demîrtaş bilêv kir Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ber ku Kongreya Navneteweyî ya Kurd hatiye asta civînê ew gelek kêfxweş bûye û silavên xwe ji aktivîstên kongreyê re şandiye. Demîrtaş da zanîn ku ji bo kongreyê peyameke Rêberê Gelê Kurd heye û dê peyam rojê kongreyê bê xwendin.Demîrtaş destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd gotiye bila kongre zêde neyê taloqkirin û di kongreyê de divê hemû kes berjewendiyên partiyên xwe deynê aliyekî û divê gel esas bigire û tevli kongreyê bibe. Demîrtaş da zanîn ku hin pêşniyarên Ocalan der barê kongreyê de hene û dê ev pêşniyarên Ocalan ew ê bi gel û aktivîstên kongreyê re parve bikin.
'BERPISYARIYEK DÎROKÎ'
Demîrtaş diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Ocalan rewşa rojavayê Kurdistanê ji nêz ve dişopîne û hevdîtinên Tirkiyeyê û Hevserokê PYD'ê Salih Muslîm erênî dibîne û wiha pêde çû: "Birêz Ocalan, piştgiriyê dide hevdîtinan û dixwaze ku ev hevdîtin bidomin." Demîrtaş da zanîn ku birêz Ocalan gotiye ku divê aktivîstên kurd û aktivîstên din bi diyalogan pirsgirêkan çareser bikin û wiha got: "Birêz Ocalan destnîşan kir ku ger komkujî û êrîş berdewam bikin divê hemû kes bi qehremantiyek mezin parastina xwe ya rewa bike û birêz Ocalan ev tişt jî wekî berpirsyartiyek dîrokî dibîne." Demîrtaş da zanîn ku silavên birêz Ocalan ji gelê Rojava re heye û wiha got: "Birêz Ocalan berxwedana qehremanî ya Rojava ji nêz ve dişopîne û hezkirinê xwe ji wan re dişîne." Demîrtaş diyar kir ku birêz Ocalan gotiye ku divê deriyên sînor a Tirkiyeyê û deriyê Sêmalka ya başûrê Kurdistanê bê vekirin û wiha pêde çû: "Birêz Ocalan diyar kir vekirina deriyê sînor ji bo alîkariya mirovî gelek girîng e. Divê hemû kes têkiliyeke rast bi pêkhatinên kul i Rojava diqewime re dêyne."
'PÊVAJOYA BAZARIYÊ NÎNE'
Demîrtaş bi bîr xist ku hikûmetê der barê pêşniyara 8 komîsyon ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêşî wan kiribû de heta niha tu gaveke berbiçav neavêtiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Jixwe van 8 komîsyonên ku birêz Ocalan pêşniyar kiribû dê bibûna sernavên binî ya xebatên rêveberina guherandina qanûnan. Hikûmet hêj xebatên pakêtê dimeşîne. Ger ev pakêt ji bo rêveçûna pêvajoyê baş be dê em ê jî piştgiriyê bidin ev pakêtê. Lê dema bi yek aliyeke ev tişt birêvebiçe û pakêtekî ferzkirî bê daxuyankirin em ê ev tişt qebûl nekin û ji xwe birêz Ocalan ev tişt wekî talukeyeke dibîne. Hikûmet jî dizane. Ev ne pêvajoya bazariyê ye. Tu kes nikare tişteke li ser yekî ferz bike. Dema hikûmet bi ferzkirinê derkeve pêşberî me em ê vê yekê qebûl nekin û ev tişt dê pêvajoyê têxe nava xetereyê. Ji ber ku ev tişt venegerin ferzkirinê em hevdîtinan dimeşînin. Em hêvî dikin ku hikûmet van bi baldarî nêzî nêzîkatiyên me bibe."
'RÊBEREKE MAYÎN DE YÊ GEL'
Demîrtaş axaftina xwe bi van nirxandinan bi dawî kir: "Hemû hevdîtinên me dîrokî ne. Hemû civînên me dîrokî ne. Di her hevdîtinê de tiştê ku em her tim şahidiyê wê dikin dixwazin dîsa ji were dubare bikin. Birêz Ocalan li wê dere kesayetiyeke dîrokiye û wekî îradeyeke mezin hay wî ji hemû berpirsyartiyên wî hene, wekî Rêberekî rast a gelekî bi fedakarî xebatan dimeşîne. Bêderfetî gelek zêde û şert û merc jî gelek dijwar e. Lê belê her çi qas bi van tiştan bejî dîsa birêz Ocalan her deqeyê xwe ji bo xebatan dike. Divê hemû kes ji wêrekiya û xwesteka birêz Ocalan mînak bigire û li gorî wî xebatan bimeşîne. Êdî birêz Ocalan Rêbereke mayînde yê gelekî ye. Divê ev tişt baş bê zanîn;li ser gelê Kurd û Kurdistanê û di asta rêvebertiyek ku nayê nîqaşkirin de Rêberekî mezin navê xwe li dîrokî daye. Ji bo nivşên kurd, dê heta bêdawiyê hebûna xwe biparêze û di pozîsyona Rêberekî ku baweriya xwe bi azadî, demokrasî û aştiyê anitiye ye. Bi vê şeklê Rêberekî ku hebûna xwe dê heta bêdawiyê biparêze ye. Rêberekî wisa li giravekî dîl girtin wijdanên me diêşîne. Azadiya Ocalan ji bo me esas e. Ev tişteke ku em tu carî dev ji vê tiştê bernedin. Lê belê rêveçûna pêvajoyê dê pozîsyonan diyar bike. Ji ber wî jî tenê bi dirûşmên 'Ji Ocalan re azadî' têr nake. Divê hemû kes li qadên ku dibîne de xebatan bimeşîne. Ji xwe azadiya gelê kurd azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ji bo pirsgirêkên gel xebat meşandin, ji azadiya birêz Ocalan re xebat meşandine. Ji ber wê jî divê em van tiştan êdî ji dirûşmayan derxin û çi ji destê me bê em bikin."