Ocalan : Divê hikûmet jî li hemberî dewleta parelên hişyar be

Ocalan : Divê hikûmet jî li hemberî dewleta parelên hişyar be

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  bi riya Heyeta BDP HDP'ê daxuyaniyên girîng da. Wekîla Koma BDP'ê û endama heyetê Pervin Buldan, anî ziman ku Ocalan diyar kiriye ku qetlîama li Geverê pêk hatiye karê dewleta helîpan e û dewlet hişyar kir. Buldan da zanîn ku Ocalan destnîşan kiriye ku ji niha û şûnde ne tenê li Geverê dibe ku li her derê Tirkiyeyê provokasyonên bi vî rengî pêş bikevin û wiha got: "Ocalan anî ziman ku di nava vê kuştinê de tiliya tirkiye û hêzên lelîpan jî heye û hewldan provokasyonên xerakirina pêvajoyê ne.

Heyeta BDP'ê û HDP'ê roja şemiyê çûn Îmraliyê û cara 13'emîn bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  re hevditin pêk anî. Piştî hevditinê endama heyetê û Wekîla Koma BDP'ê Pervîn Buldan der barê naveroka hevdîtinê de bi berfirehî agahî dan DÎHA'yê. Buldan, anî ziman ku Ocalan diyar kiriye ku berpirsiyarê qetlîama Geverê dewleta helîpan (paralel) e û wiha got: "Ocalan ji hikûmetê û hem jî ji gelê kurd xwest li hemberî van provokasyonên pêkan hişyar tev bigerin. Ocalan der barê destûra bingehîn û hilbijartinê de nirşandinên girîng kirin. Birêz Ocalan der barê hilbijartinê anî ziman ku ev hilbijartin ji bo gelê kurd wekî referandumê ye û ev daxwaz anîn ziman: "Divê bingehê zagonî û çarçoveya hiqûqê bê avakirin", "Divê alî û statu di çarçoveya zemîna zagonî de bên naskirin" û "Divê ji bo pêvajoyê hekîmê bê alî bê avakirin."

'OCALAN NAMEYA KU JI QANDÎL Û HIKÛMETÊ RE BIŞÎNE DÊ DI NAVA 2-3 ROJAN DE TESLÎM BIKE'

Buldan, destnîşan kir ku ziyareta wan a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  re 2 saet û 15 deqîqeyan berdewam kir û wiha berdewam kir: "Di hevdîtinê de rayedarên dewletê yên di hevdîtinên berê de cih digirtin jî cih girtin. Rewşa tenduristiya Ocalan û moralê wî baş bû. Di vê civînê de hem me wekî heyetê agahdarî kir û hem jî me hevdîtinên bi rayedarên KCK'ê û hikûmetê re pêk anîn bi Ocalan re parve kir. Heyeta dewletê ya bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbû jî nêzî van agahdariyan bi Ocalan re parve kiribû. Ocalan nameya ku hem ji bo Qendîlê û hem jî ji bo Hikûmetê nivîsandiye dê di nava 2-3 rojan de teslîmî rayedaran bike. Ocalan dê nameyekê ji KCK'ê re û nameyekê teslîmî rayedarên dewletê bike. Niha ev name di destê Birêz Ocalan deye û dê di nava 3 rojan de bigêje destê xwe."

OCALAN : QETLIAMA LI GEVERÊ KARÊ DEWLETA LEPANÎ YE

Buldan, destnîşan kir ku Ocalan geşedanên Geverê nirxandiye û anîye ziman ku ev qetlîam karê dewleta lepanî ye. Buldan, destnîşan kir ku ji ber şert û mercên hewayê hevdîtin kin birîn û di nava demek kin de pêk anine. Buldan anî ziman ku Ocalan bûyera Geverê wekî "provakasyon" bi nav kiriye û wekî karê dewleta leparî bi nav kiriye. Buldan,
destnîşan kir ku Ocalan, daxuyandiye ku bi taybetî dibe ku di vê pêvajoyê de lîstikên provokasyonan pêş bikevin û wiha berdewam kir: "Ocalan da zanîn pêkanînên berê jî vê yekê nîşan didin û wiha got "Divê bi taybetî gelê kurd û hikûmet li hemberî van rovokasyonan baldard û hestiyar be. Di vê pêvajoyê de hêzên dixwazin pêvajoya aştiyê xera bikin hene. Ev hêza ku berdewamiya dewleta helipanî ye wekî her demê niha jî li ser kar e. Geşedanên li Geverê pêk hatin tam karê dewleta helipanî ye. Ocalan divê her kes li dijî provokasyonan hişyar û baldar tev bigere."

Buldan, ani ziman ku Ocalan ji malbatên Geverê re sersaxî xwestiye û xemgîniya xwe anîye ziman û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ocalan pirsa wan kir û karê wan û halê wan pirsî. Min jî got esnaf in û ap û birazê ne. Min got li dijî wêrankirina goran bertekên xwe anîn zimin û di mudaxaleya polîsan de hatin kuştin."

'JI OCALAN HIŞYARIYA DEWLETA HELÎPANÎ'

Buldan, daxuya kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  berê jî li ser dewleta helîpanî rawestiya bû û wiha got: "Ocalan got dewlet ne tenê li ser erdnîgariya kurdan, li metropol û bajarê mezin jîkarê bûyerên bi vî rengî yên suîkastan pêk bîne. Dibe ku suîkastên mezin pêk bên. Ocalan anî ziman ku dibe ji niha û şûnde ne tenê li Geverê dibe ku li gelek bajarên Tirkiyeyê yên din jî bûyerên bi heman rengî pêk bên. Ocalan xwest li hemberî vê yekê her kes hişyar be û anî ziman ku li gel dewleta helîpanî destê hêzên derve jî di nava vê yekê de hene. Ocalan, daxuyand ku ev li dijî pêvajoyê hewldanên provokasan in û xwest bersîva herî baş hişyar û hestiyar tev bigerin. Xwest her kes têkeve parastinê û xwe biparêze."

'DIVÊ POLÎS JÎ LI GORÎ AGIRBESTÊ TEV BIGERE'

Buldan, destnîşan kir ku Ocalan mînaka Serokwezîrê Berê Adnan Menderes daye û wiha berdewam kir: "Berî ku Menderes bê darvekirin ekîba wî hat ew hişyar kir û du roj şûnde hat darvekirin. Ocalan got 'Dema me hevdîtinên aştiyê dikir, minakek din dubare bû. Li Colemêrgê 13 gundî hatin kuştin. Dema ku min li vir bi heyeta dewletê re hevdîtin dikir, li Colemêrgê 13 welati hatin qetilkirin. Niha jî li vir muzakere pêk tên. Hewldanên aştiyê hene û em li ser pêvajoya aştiyê diaxivin. Lê li Colemêrg û Geverê kesên di destê wan de çek hene diçin welatiyên sivîl qetil dikin. Bê guman pêvajoya bêpevçûnê heye. Gerîlla agirbest kir, Divê polîs jî li gorî vê yekê tev bigere. Divê li bajaran jî ev hişmeniya agirbestê pêş bikeve. Ne wisa be ev pêvajo zêde pêş nakekeve. Ji ber vê yekê divê her kes baldar û bihistiyar be."

‘DIVÊ HIKÛMET JÎ LI HEMBERI DEWLETA HELIPANÎ HIŞYAR BE’

Buldan, anî ziman ku Ocalan hikûmet jî li hemberî dewleta helipanî hikûmet hişyar kiriye û wiha axivî: "Ocalan di vê mijare de hikûmet jî hişyar kir. Xwest hikûmet jî duzenekê bide xwe. Xwest li diji suikast û katliaman bibe asteng. Xwest teqez hikûmet li hemberî van pekaninan tedbîran bistîne û li ser vê yekê hikûmet û rayedarên hikûmetê hişyar kiriye. Ocalan da zanîn ku sebra kurdan jî heta astekê ye û gel ev sebir biqede êdi kes nikare rê li pêş vê yekê bigire."

'OCALAN RAYEDARÊN DEWLETÊ JI HIŞYAR KIR'

Buldan, daxuyand ku Ocalan hêj hêviyên xwe ji pêvajoyê qut nekiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Beri ku em Ocalan re hevdîtin bikin rojek berê rayedarên dewletê ji hevdîtin kiriye. Birêz Ocalan anî ziman ku divê dewlet teqez gavan bavêje û got 'Min rayedarên dewletê jî hişyar kirine û xwetiye dewlet jî êdî xwe rast bike û nîzamekê bide xwe."

OCALAN :DIVÊ TEQEZ BINGEHÊ DESTÛRA BINGEHÎN BÊ AVAKIRIN

Buldan, daxuyand ku Ocalan ji bo pêşketina pêvajoyê 3 pêşniyar kiriye û wiha got: "Ocalan pêşniyarên guhertina makeqanûnê kir û xwest li ser bingehê destûra bingehîn maf bên dayîn. Ocalan xwest teqez makeqanûn bê guhertin û mafê her kesî bê parastin. Xwest her kes li ser bingeha makeqanûnê tev bigere. Ocalan got divê her tişt bi fermî û li gorî zagonan pêk bê û ger ne wisa be niha ev civînên ku li vir dikin suc in. Rayedarên dewletê jî sûc dikin. Divê belgeyên van civînan hebin û Kadroyên van civînan hebin. Ji ber vêyekê divê bingehê zagonî bên avakirin.

'GER KU 8 PÊŞNIYARÊN MIN PÊK BÊN DÊ ÇARESERÎ PÊŞ BIKEVE'

Buldan da zanîn ku pêşniyara duyemîn a Ocalan daxwaza 8 komisyonan bû û got: "Ocalan xwest teqez 8 komisyonên çareseriyê bên avakirin û got 'Ger ku ev komîsyon têkevin meriytê dê rê li bingeha avakiria makeqanûnê vebe. Divê teqez ev pêşniyar di bin makeqanûnê de bên avakirin. Niha amadekariya makeqanûnê heye, lê em dibînn ku komîsyon belav bûye. Ji xwe bi vî rengî tiştek jê dernakeve. Diyar bû ku bi vî rengî tiştek dernakeve. Ger ku 8 komîsyon bi makeqanûnê bê mîsogerkirin dê makeqanûna nû jî xurt bibe. Hem jî dê rê li pêş geşedanên korsan bê girtin. Divê BDP ji bo 8 komisyon bên avakirin bi AKP'ê re hevdîtin pêk bîne û bikin proje. Divê amadekarî bên kirin."

OCALAN XWEST KOMISYONA ŞOPANDINÊ BÊ AVAKIRIN

Buldan, anî ziman ku Ocalan xwes komîsyona şopandinê jî bê avakirin û wiha got: "Ocalan xwest teqez komîsyona şopandinê bê avakirin. Xwest di nava komisyonê de hem ji derve û hem jî li hundir nûner hebin. Minaka sêla sêkuçuk da. Berê jî bi vî rengi pêşniyar kiribûn. Berê jî xwestibû ku komîsyona lêkolîna heqîqetê bê avakirin. Niha jî xwest komîsyona şopandinê bê avakirin. Ocalan pir girîngî da vê komîsyonê û xwest 3 piyên komîsyonê çalak bin. Ocalan xwest kesên teqez ji aştiyê bawer dikin û di navde mirovên rewşenbir, nivîskar û akademîsyen jî cih bigirin. Ocalan da zanîn ku Komîsyona Mirovên Aqilmend hat avakirin û li Meclisê komîsyon hatin avakirin û xwest berdevkê van komîsyonan jî hebin. Ocalan xwest ev komîsyon civakê bi rêxistin blikin û xwest ji derve jî çavdêrekî vê komîsyonê hebe. Xwest hem çavdêreki li hundir deve û hem jî li derve hundi bişopîne.

'DIVÊ HEYET A ROJNAMEGERAN BIÇE ÎMRALIYÊ'

Ocalan xwest nerin û fikrên xwe bi riya rojnamegeran bi derve parve bike. Buldan, da zanin ku Ocalan xwestiye heyetek rojnamegeran biçin wî ziyaret bikin û bi riya rojnamegeran nerînên xwe bi cemaweriyê parve bike. Buldan, anî ziman ku Ocalan daye zanîn ku di pêvajoya muzakereyan de ekîbên aliyan, rojnameger û nûnerên saziyên sivîl partiyên siyasî biçin û bên û mînakên cîhanê dan.

'BI VÊ EKIBÊ MAKEQANÛN ZAHMET E'

Buldan, da zanîn ku Ocalan, der barê xebata makeqanuna nû de jî axiviye û pêşniyarî ji Serokê Meclisê Cemil Çîçek re şandiye. Buldan daxuyand ku Ocalan aniye ziman ku bi vê rêbazê makeqanûn pêk nayê û xwest rêbaz bê guhertin u ekîb bê guhertin.

'DI NAVBERA AKP'Ê Û CEMAATÊ DE ŞERÊ ÎXTÎDARÊ HEYE'

Buldan, diyar kir ku Ocalan aniye ziman ku şerê di navbera Cemaeta Gulen û AKP'e de şerê îxtîdarê heye û Dershane tev çîrok in.

'HILBIJARTIN JI BO KURDAN REFERADUM E'

Buldan, diyar kir ku Ocalan li ser hilbijartinê ji rawestiya ye û diyar kiriye ku ev hilbijartin ji bo kurdan referondûm e. Buldan anî ziman ku Ocalan gotiye hilbijartin ji bo wan mijarek girîng e û dengê ku bi dest bixin pir girîng e û gotiye ji bo kurdan referandûm e. Buldan, da zanîn ku Ocalan xwestiye di vê pêvajoyê de her kes baş bixebite û pir serkeftî ji nava vê pêvajoya hilbijartinê derkevin. Ocalan xwest li Kurdistanê bi BDP'ê û li Rojava bi HDP'ê bikevin hilbijartine û xwesd biryara rêgezî neguherin. Ocalan da zanîn ku li Rojava bi navê HDP'ê ketina hilbijartinê pir girîng e.

'OCALAN JI BO HILBIJARTINÊ JI ONDER RE SERKEFTIN XWEST'

Buldan, anî ziman ku Ocalan ji Birêz Sirri Sureya Onder re gotiye îhtîmala bibe namzet heye û serkeftin ji Onder re xwest. Ocalan xwest ji bo Stenbolê xebatek mezin bê kirin. Ocalan, da zanrîn ku ger ji sedî 10-15 dengan bistînin wê demê dê karibin kar û peyvira muxalefatê bibînin û xwest bi awayekî rêgezî îttifakan pêş bixin. Ocalan da zanîn ku ji bo vê yekê rola HDP'ê mezin e û xwest her kes rol û mîsyonê xwe baş bilîze.

'DIVÊ KCD BI AWAYEKÎ XURT BIBE SAZÎ'

Buldan, destnîşan kir ku Ocalan ji BDP'ê re jî pêşniyar kiriye û di pêvajoya hilbijartinê ya 3-4 mehan de xebatê hilbijartinê baş bimeşîne. Ocalan da zanîn ku piştî hilbijartinê dê ji bo BDP'ê nirxandinen din bike. Ocalan ji bo KCD'e jî pêşniyar kir û xwest xwe êdî bi rêxistin bike û ber bi sazîbûnê ve biçe. Ocalan xwest şaredarên ku karê wan ê şaredariyê xelas bûn jî li malê rûnenên û bixebitin.

JI KONFERANSA KURDAN RE PEYAM

Buldan, da zanîn ku Ocalan ji bo Konferansa Kurdan a li Ewropayê jî peyam şaniye û wiha lê zêde kir: "Birêz Ocalan li hemberî vê peyama konferansa kurdan a Ewropayê bersîv şand. Got min nivîsek girîng nivîsandiye. Got dibe çend roj şûnde bigêje destê we. Peyama bigêje destê me em dê bidin PE'ê.”

Buldan, herî dawî da zanîn ku Ocalan bi minasebeta nêzîkbûna salvegera komkujiya Roboskiyê ji malbatên Roboskiyê re dê peyamê bişîne û dê di demên pêş de ji wan re bişîne. Ocalan ji malbatan re dîsa sersaxî xwest û sebir xwest. Ocalan ji malbatên Roboskiyê re silavên taybet şand. Disa ji girtiyên nexweş, girtiyên siyasî û malbatên wan, Girtiyên Gebze, jinan, ciwanan re silavên taybet şandine

Buldan, destnişan kir ku Ocalan bi minasebeta sersala nû jî peyam şand û xwest sersala nû ji bo hemû gelê cîhanê bibe sala aştî, demokrasî û azadiyê. Ocalan ji dil û can sersala nû li hemû gelan pîroz kir. Ocalan herî dawî ji bo Mandella çû ser dilovaniya xwe xemgîniya xwe anî ziman û diyar kir ku di navbera wî û Mandella de girêdanek ji dil hebû û qîmetek mezin dida wî. Ocalan anî ziman ku Mandela stêrkek ku li Ezman her dim geş dibe"

Buldan, anî ziman ku nameyên ji Qandîlê j wan re hatin dan Ocalan û çend naneyên ku berê ji Ocalan re şandibûn wergirtine.