Ocalan bû 'welatiyê rûmetê' yê Tûfarayê

Li Îtalyayê, cara 10. welatîbûna rûmetê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hate dayin.

Şaredariya Tûfarayê ya bajarê Campobasso yê Îtalyayê, bû yek ji wan şaredariyan ku 'welatîbûna rûmetê' dan Ocalan. Bi Tûfarayê re hejmara şaredariyên Îtalyayê yên 'welatîbûna rûmetî' dan Ocalan bû 10. Komeleya "Padre Gîûseppe Tedeschî" bi vê armancê serî li Şaredariya Tûfarayê da û bal kişand ser girîngiya karên Ocalan ên ji bo aştî, demokrasî û edaleta li Rojhilata Navîn.

Di serlêdanê de hate ragihandin, Ocalan ji aliyê gelê Kurd ve yê welatê wan bi 4 parçeyan hatine parçekirin wekê rêber tê qebûlkirin û têkoşîna Ocalan a ji bo aştiyê hate bibîrxistin ku di nava tecrîda li Îmraliyê dimeşîne.

Şaredar Donato Pozzûto daxuyaniyek da û diyar kir ku Ocalan ji bo mafên gelê Kurd têdikoşe. Pozzûto got, bi navê Konseya Şaredariya Tûfarayê, ji ber karên wî yên ji bo aştî, demokrasî û edaletê yên li Rojhilata Navîn wan 'welatîbûna rûmetê' dane Ocalan.

Tevî şaredariyên Campobasso û Castelbottaccîo, şaredariyên Palermo, Napolî, Palagonîa, Reggîo Emîlîa, Rîace, Martano, Pînerolo Ocalan weke welatiyê xwe yê rûmetê ragihandibûn.