Ocak: 700 hefte bihurîn, hîn bi hêvî me!
Masîde Ocak a ku di çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya 700'î de bi dayika xwe Emîne Ocak re hatî destgîrkirin got; "Gotineke min heye; 700 hefte bihurîn, lê hêviya min neqediya."
Masîde Ocak a ku di çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya 700'î de bi dayika xwe Emîne Ocak re hatî destgîrkirin got; "Gotineke min heye; 700 hefte bihurîn, lê hêviya min neqediya."
Polîsên ku êrîşî çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya 700'î kirin, dayik û xwişka Hasan Ocak ê sala 1995’an destgîrkirî hatî windakirin, Emîne Ocak û Masîde Ocak destgîr kiribûn.
Masîde Ocak ku paşê hate berdan, tiştên ku duh bi serê wê ve hatin li ser hesabê xwe yê tevna civakî wiha vegot;
"Ez dizanim we hemûyan gelek mereq kirin.
Ez nizanim ji bo îro çi binivîsim.
Kurteberiya rojê;
Dayika min a 82 salî ji hêla polîsan ve bi mertalan hate dehfdan û milên wê hemû reşûheşîn bûn.
Heta em destgîr kirin em bi erdê re kişandin, bi hovane li biraziyê min Adilcan dan lê min nekarî dayika xwe berdim û biçime hewara wî.
Gamze Elvan bi qasî çengê bişkînin, ba dan.
Dema em xistin erebeya destgîrkirinê, polîsan got, 'hûn ê vê jina pîr li erebê siwar nekin'.
Dayika min jî got, 'we zarokê min birin, ez ê jî siwar bibim'. Lê polîsan ew ji erebeyê bi zorê peya kirin.
Di nava erebê de bi saetan destê me bi kelepçeya plastik girêdayî em hatin sekinandin.
Di sala 1997'an de li qada Galatasarayê Ahmet Şik wêneyê dayika min a ku polîs bi erdê re radikêşin kişandibû, îro jî heman wêne rojnamevan Hayrî Tûnç kişandiye. Ji wê rojê heta niha tu tişt neguheriye. Em weke nifşê 1997'an dihatin destgîrkirin, îro em weke sê nifşan hatin destgîrkirin.
Tenê gotineke min heye bêjim;
700 hefte bihurîn, lê hîn hêviya min neqediya ye."