HDK-E: Em bi Dayikên Şemiyê re ne!
HDK-E, terora li dijî Dayikên Şemiyê şermezar kir got, ‘Em bi Dayikên Şemiyê re ne’
HDK-E, terora li dijî Dayikên Şemiyê şermezar kir got, ‘Em bi Dayikên Şemiyê re ne’
Kongreya Demokratîk a Gelan a Ewropayê (HDK-E) bi peyameke nivîskî, êrîşa dewletê ya ku 25’ê Tebaxê li Stenbol li dijî Dayikên şemiyê pêk hatî, şermezar kir.
HDK-E’yê, di daxuyaniya xwe de ev peyam da: ''Dayikên me yên Şemiyê ku ev 700 hefte ne, ji bo aqûbeta zarok û xizmên xwe yên destgîrkirî hatî windakirin bipirsin, bi êrîşa polês re rû bi rû man. Li ser Dayikan terora polîsan hatiye meşandin û fermana vê jî ji hêla wezîrê karê hundir Suleyman Soylu bi xwe ve hatiye dayîn. Dayikên me yên Şemiyê, li hemberî pêkanînên faşîzane, bi sekna xwe ya berxwedêr jin van êrîşan re bûne bersiv. Ligel dorpêç, teror û destgîrkirina bi îşkence ku bi saetan domiyaye jî, Dayikên şemiyê çalakiya xwe pêk anîne.
Li her devera cîhanê polîtîkaya destgîrkirin û windakirina mirovan bi heman mebestê tê kirin. Dayikên şemiyê jî ev 23 sal in bûne eniyeke xurt a têkoşîna li dijî vê polîtîkayê. Lewma dîktatoriya AKP-Erdogan êrîşî vê eniyê dike. Gelo bi van êrîşên xwe dixwazin polîtîkaya di bin çavan de windakirina mirovan ji nû ve vejînin?