Obama:Plana me ya ku em Esad paşve bibin heye

Obama:Plana me ya ku em Esad paşve bibin heye

Serokwezîrê DYA’yê Barack Obama, da zanîn ku ji bo muxalîfên Sûriyeyê, Esad têk bibin, planeke berfireh ya DYA’yê heye. Obama anî ziman ku baweriya wî heye ku kongreya DYA’yê ji bo mudaxaleya Sûriyeyê denga erê bikarbîne.

Obama bi serokên Kongreya DYA’yê re li Qesra Spî hat cem hev. Obama di hevdîtinê de mudaxale nîqaş kir û got mudaxale dê bi sînor be û ne wek şerê li Afganîstan û Iraqê be û anî ziman ku dê di demek nêz de dengdayîn çêbibe.

Obama wiha pêde çû: “Em li Sûriyeyê mudaxaleyek bi sînor dikin. Operasyonek bi orantî be dê. Em hedef dikin ku kapasîteya leşkerî ya Esad paşve bibin. Her wiha emê muxalîfên Sûriyeyê bi hêz bikin. Ji bo parastina Tirkiye, Urdun û Israîlê divê em bikevin nava tevgerê. Her wiha em plan nakin ku tevgera bejayî pêk bînin.”

Obama di rojên borî de diyar kiribû ku rejîma Sûriyeyê di 21’ê Tebaxê de li Şamê çekên kîmyewî bikaraniye û got dê DYA vê bê ceza nehêle. Obama destnîşan kiribû ku ji operasyonê dê erêkirina Kongreya DYA’yê bigire.

Dengdayîna der barê mudaxaleyê de dê di 9’ê îlonê de pêk were.