Obama: Em ji rewşa Kobanê gelekî bi fikar in
Obama: Em ji rewşa Kobanê gelekî bi fikar in
Obama: Em ji rewşa Kobanê gelekî bi fikar in
Serokê DYA Barack Obama diyar kir ku ew ji rewşa Kobanê û derdora wê "gelekî bi fikar in".
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Barack Obama piştî civîna bi serokên fermandariya giştî yên 22 welatên di nav koalîsyona dijberiya DAIŞ'ê de cih digirin daxuyaniyek da û got, "Em pevçûnên li wîlayeta El Enbar a Iraqê ji nêz ve dişopînin û ji rewşa bajarê Sûriyeyê Kobanê û derdora wê gelekî bi fikar in."
Obama got, "Ev yek gefa Dewleta Îslamê ya li Iraq û Sûriyeyê nîşan dide" û diyar kir ku êrîşên hewayî yên li van her du herêman wê dewam bikin.
Obama got, "Em di armanca xwe de gihiştin hev: Qelskirin û tinekirina Dewleta Îslamê." Obama da xuyakirin ku ev yek wê têkoşîneke demdirêj be û wê 'rewşên neyînî' jî di vê dema têkoşînê de derkevin holê.