Obama: Eger operasyon neyê kirin êrîşên kîmyewî dê zêde bibin

Obama: Eger operasyon neyê kirin êrîşên kîmyewî dê zêde bibin

Serokê DYE Barack Obama ad xuyakirin ku civaka navneteweyî nikare li pêşberî hovîtiya li Sûriyê bêdeng bimîne û got, "Li Sûriyê çeka kîmyewî hat bikaranîn. Berpisyarê vê jî Beşar Esad e. Eger operasyon neyê kirin, em bi gumanin ku êrîşên çekên kîmyewî zêde bibin. Îtibara civata navnetewî mijara gotinê ye."

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) li paytexta Swêd Stockholmê li gel Serokwezîrê Swêdê Fredrik Reinfeldt civîna çapemeniyê lidar xist.

Obama di civîna çapemeniyê de behsa destwerdana leşkerî ya gengaz a DYE li hemberî Sûriyê kir û diyar kir ku rejîma Esad li Sûriyê çekên kîmyewî bikar aniye. 

Serokê DYE Barack Obama ragihand ku civaka navneteweyî nikare li pêşberî vê hovîtiyê bêdeng bimîne û got, "Eger li dijî Sûriyê operasyon neyê kirin, em bi gumanin ku êrîşên bi çekên kîmyewî zêde bibin."

Obama diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewî bi qanûnên navneteweyî hatiye qedexekirin û got, "Xeta sor a der barê bikaranîna çeka kîmyewî de ne min, cîhanê diyar kiriye. Ya mijara gotinê, ne îtibara min a civaka navneteweyî ye."

Obama da xuyakirin ku ew bawer e Kongreya DYE ji operasyonê re bêje "erê" û got, "Dema min dît zêdeyî 400 zarokên bêguneh bi gazê hatin kuştin, ez gihaştim wê baweriyê ku pêwîste di vê mijarê de tiştek were kirin."

Obama diyar kir ku bi bersiva destpêkê ya bide Sûriyê re dê dawî li trajediyê neyê û got, "Ji bo careke din ew çek neyên bikaranîn, divê em mesajeke zelal bidin. Operasyona em bikin divê xizmetî wezîfeyeke spesîkîk bike û di warê demê de kurt e. Emê hewl bidin civaka navneteweyî di mijara operasyonê de qanih bike. Emerîka dizane ku eger civaka navneteweyî pîvanên navnetewî neparêze, dê cîhan bibe cihekî zêde new ewle."

Obama bal kişand ser helwesta Rûsyayê ya der barê şerê navxweyî yê li Sûriyê de û diyar kir ku ew her tim bi hêvî ye ku Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn "pozîsyona xwe ya piştgirîdayîna Esad" biguherîne.