NY’yê rexne li Tirkiyeyê kir: Têkoşîna bi terorê re tê kirina hincet

Rêxistinên saziyên sivîl ên navneteweyî yên di rûniştina Mafê Mirovan ên NY’yê de mafê axaftinê girtin, diyar kirin ku Tirkiye ‘Têkoşîna bi terorê re’ dike hincet û bi domdarî êrîşî mafê mirovan dike.

Rûniştina Mafê Mirovan a 28’an a Konse Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ku 18’ê Hezîranê destpê kiribû di roja xwe ya 3’emîn de li ofîsa Cinêv a NY’yê dom dike. Di rûniştina îro de mijara şideta li ser jinê hate destgirtin û li aliyê din li ser axaftinên Komîserê Bilind ên Mafê Mirovan ê NY’yê Zeîd Ra’ad Husseîn nûnerên dewletan û saziyên civaka sivîl jî mafê axaftin girtin û nirxandin kirin.

Di domdariya rûnitinê de îxlalên mafê mirovan ên li Tirkiyeyê di rojeva hinek dewlet û saziyên civaka sivîl ên navneteweyî de bûn.

BELÇÎKA: TÊKOŞÎNA BI TERORÊ RE TÊ KIRINA HINCET

Di axaftinên li ser navê Belçîka rûniştinê de hatin kirin, bal hate kişandina ser asta îxlalên mafê mirovan ên li Tirkiyeyê û ev tişt hate gotin: “Di bin navê têkoşîna bi terorê de, rojanamevan, parêzvanên mafê mirovan, parêzer tên girtin. Em ji vê rewşê fikar in.”

ÊRÎŞÊN LI SER ÇAPEMENIYÊ HATIN ŞERMEZARKIRIN

Li ser navê saziyên civaka sivîl ên di rûniştinê de mafê axaftinê girtin Artîcele 19, di mijara îxlalên mafê mioran de bang li Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a NY’yê kir ku hê bihêztir baxive. Di axaftinan de hate diyarkirin ku her roja diçe zext û sansûrên li hemberî rojnamevanan zêde dibe. Êrîşên li ser çapemeniyê yên li Tirkiye, Malezya, Îran û Rûsyayê hatin şermezarkirin.

‘HER KU ROJ DIÇE LI TIRKIYEYÊ ÎXLALÊN MAFÊ MIROVAN GIRAN DIBE’

Di axaftinên li ser navê saziya Înernatîonal Fellowshîp of Reconcîlîatîon a saziya civaka sivîl hate kirin jî, rapora Konseya Mafê Mafan a NY’yê ya Tirkiyeyê ya sala 2016’an bibîr xist. Di axaftinan de hate destnîşan kirin ku ji sala 2016’an ve li Tirkiyeyê her ku diçe îxlalên mafê mirovan girantir dibe. Li Tirkiyeyê li qadên cuda îxlalên mafê mirovan fikaran didin avakirin.

‘NY KÊM DIMÎNE’

Di axaftinên li ser navê Rêxistina Çavdêriyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Ûnîted Natînos Watch bibîr xist ku NY’yê di warê bikaranîna erkê xwe yên li hemberî îxlalên mafê mirovan ên li Tirkiyeyê kêm maye. Di axaftinan de hate diyarkirin ku divê helwestên li dijî Tirkiyeyê zelaltir bibin.