Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku piştî komên çekdar ber bi Bangûî ve dest bi operasyonê kirin, ji hingî ve 92 hezar penaberî koçî Komara Kongo ya Demokratîk kirin, 13 hezar û 240 kes reviyan Kamerûn, Çand û Kongoyê. Ev jî tê wê wateyê ku bi giştî 105 hezar kesî xwe li welatên cîran girtine.
Berdevkê Komîseriya Bilind a Penaberan Borîs Cheshîrkov bi civîneke çapemeniyê diyar kir ku koç dewam dike.
Li gorî daneyên Buroya Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî nêzî 100 hezar kes jî li nava welêt koçber bûne.
Komara Efrîkayê ya Navîn li gelemperiya welêt ku piraniya wê di bin kontrola hêzên çekdar de ye ji bo 15 rojan rewşa lezgîn ragihand.
Hilbijartinên li welêt di nava atmosfereke wiha de pêk hat û Faûstîn Archange Toûadera ji nû ve bû serokkomar.