NY: Kesên bi doza Kurdan eleqedar in, dibin hedef- NÛ BÛ

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Zeîd Ra'ad Al Hûsseîn diyar kir ku sazî, dezgeh û kesên ku bi doza Kurdan eleqedar dibin, ji aliyê hikumetê ve dibin hedef.

Rûniştinên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) li Swîsreyê li bajarê Cenevreyê hate destpêkirin. Ev rûniştin wê heta 29'ê Îlona 2017'an bidome.

'DIVE TEROR NEBE HINCETA OTORÎTERIYÊ'

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Zeîd Ra'ad Al Hûsseîn rapora mafên mirovan a salane xwend. Al Hûsseîn got ku, "Dibe ku terorîst êrîşî me bikin. Dewlet dikarin pêşiya vî tiştî bigirin lê divê ev nebe hinceta otorîterî û pêkutiyê."

'LI SÛRIYEYÊ KRÎZEKE CIDDÎ YA MIROVAHIYÊ HEYE'

Piştre jî rapora binpêkirina mafên mirovan a welatên Sûriye, Iraq, Îsraîl, Îran, Venezûela, DYA, Tirkiyeyê hate xwendin. Hat diyarkirin ku di sala 2017'an de li Sûriyeyê di êrîşên hewayî û bejahiyê de gelek sîvîlan jiyana xwe ji dest dane û di nav wan de gelek zarok jî hene.

LI TIRKIYEYÊ TABLOYA MAFÊN MIROVAN

Al Hûsseîn di axaftina xwe de diyar kir ku azadiya fikr û ramanê di bin pêkutiyeke mezin de ye û bi bîr xist ku gelek rojnamevan, akademîsyen, parêzvanê mafên mirovan û nûnerên saziyên civakî hatine binçavkirin an jî girtin. Al Hûsseîn diyar kir ku kesên bi doza Kurdan re eleqedar dibin jî êrîşî wan tê kirin û anî ziman ku herî dawîn 10 parêzvanên mafên mirovan bi îddîaya ku 'li ser navê rêxistina terorê ya çekdarî' xebat kirine, hatine girtin. Al Hûsseîn diyar kir ku wê di demeke nêz de raporeke berfireh a têkildarî Tirkiyeyê jî belav bike.

Hûsseîn got ku, "Kesên bi doza Kurdan eleqedar dibin û bi taybetî kesên çepgir, ji aliyê dewletê dibin hedef."

WÊ RAPOREKE TAYBET WERE WEŞANDIN

Husseîn bang li hikumeta Tirkiyeyê kir ku dev ji van êrîşan berde û ofîsa girêdayî wî ya ku binpêkirina mafên mirovan a li Tirkiyeyê lêkolîn dike wê di demên pêşiya me de ji bo balkişandina zextên ji ber Rewşa Awarte wê raporeke lezgîn bide weşandin.

DIVÊ REWŞA AWARTE NEYÊ DIRÊJKIRIN

Al Husseîn zagonên Rewşa Awarte bi bîr xist û got, “En bang li hikumeta Tirkiyeyê dikim ku Rewşa Awarta ya ku wê di meha pêşiya me de dema  wê diqede bila neyê dirêjkirin û bila komîsyona lêpirsînê bi kitekit li şikayet û gilîkirinan guhdarî bike.”

DIVÊ DEV JI HEWLDANÊN ANÎNA ÎDAMÊ WERE BERDAN

Al Husseîn got, “Divê  Tirkiye dev ji anîna îdamê berde. Ji ber ku anîna îdamê wê statuya Tirkiyeyê ya di qada navneteweyî de xera bike.”

EZ DIXWAZIM BIÇIM BAŞÛRÊ ROJHILAT

Al Husseîn diyar kir ku NY dixwaze li bajarên Bakurê Kurdistanê bi heyeteke serbixwe lêkolînê bike lê dewleta Tirk vê daxwaza wan qebûl nake û got “Têkildarî Başûrê Rojava fikarên me didomin. Ji ber vê em dixwazin bi heyeteke serbixwe biçin lêkolînê bikin.”

POLÎTÎKAYÊN EWROPAYÊ YÊN LI SER PENABERAN REXNE KIR

Al Husseîn bal kişand ser pêkanînên navçeyeke Yûnanistanê ya ji bo penaberan û got "Heke were xwestin dikarin penaberan xweş pêşwazî bikin" û polîtîkaya welatên Ewropayê ya li ser penaberan rexne kir.

Rûniştina Mafên Mirovan a NY ya 36'emîn wê bi nîqaşên têkildarî binpêkirina mafên mirovan heta 29'ê Îlonê bidome.