NY’ê xwest ku gel bêyî asteng biçe Efrînê û Xotayê

Di demeke wiha de ku dewleta Tirk û çeteyên wan nahêlin gel têkeve nav Efrînê Neteweyên Yekbûyî (NY) xwest ku sivîlên ku hatine bêcihûwarkirin bêyî astengiyê biçine Efrînê û Xotayê.

Komîseriya Payebilind a Penaberan a NY’yê (UNHCR) got van rojên dawî ji Efrînê, ji ber sedema şerê li derdora wê 104 hezar paneber neçar mane ku cih û warê xwe biterikînin.

Berdevkê Komîseriyê Andrej Mehecîc ji ber sedema koça girseyî ya li Gutaya Rojhilat û Efrînê ew ‘pir metirsîndar’ in.

Mehecîc li Cinêvê daxuyaniya çapemeniyê da û got, ‘’Van kes tiştek bi xwe re nebirin û derketin. Pêdiviya wan bi starekê, bi cil û bergan û her tiştî heye.’’

Berdevkê UNÎCEF’ê Marîxîe Mercado got ji 50 hezar kesê ku ji Xotaya Rojhilat derketine 70 ji 100’î yên wan zarok û jin û in, gelek zarok virikî bûne û di hilmstandinê de zehmetina dijîn û got li ser jiyana wan taloke heye.

Mercado got li gorî UNÎCEF’ê nêzî 100 hezar kes li derdora Efrînê dimînin û piraniya van zarok in.