NY’ê ji bo rawestandina darvekirinan bang li hikûmeta Iraqê kir

NY’ê ji bo rawestandina darvekirinan bang li hikûmeta Iraqê kir

Piştî wezareta Dadê ya Iraqê ragihand ku di hefteya bihurî de 42 kes ku yek jê jine darve kirine, nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê (UNAMI) bang li hikûmeta Federal a Iraqê kir ku pêkanîna cezayê darvekirinê rawestîne.

Piştî ku wezareta Dadê ya Iraqê ragihand di hefteya bihurî de wan 42 kes bi darve kirine, nûnertiya NY li Iraqê UNAMI  bi beyannameyekê bang li hikûmeta Iraqê kir ku li gorî biryarên cezakirinê yên NY’ê tevbigere. Nûnertiyê ji hikûmeta Federal a Iraqê xwest, ku pêkanîna cezayê darvekirinê rawestîne.

Wezareta Dadê ya Iraqê jî duh ragihand ku di hefteya bihûrê de 42 tewanber ku yek jê jine ji aliyê dadgehê ve li gorî madeya 4 a Terorê hatibûne darezandin, piştî ku Dadweriyê cezayê wan erê kir û ev ji aliyê serokkomar ve jî hate erê kirin, wezaretê ev tewanbarane darve kirine.