NY cara yekemîn alîkariyê dişîne Rojava!

NY cara yekemîn alîkariyê dişîne Rojava!

Komîseriya Bilind a Penaberan ya Netewên Yekbûyî (UNHCR) cara yekemîn diyar kir ku dê alîkariyê bişîne ji Rojavayê Kurdistanê re.

Midûrê Maseya Rojhilata Navîn ya UNHCR’ê Amîn Awad li Cenevreyê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji hikûmeta Iraq û Sûriyeyê ji bo ku ji Rojavayê Kurdistanê re alîkariyê bişîne bersiva erê girtine.

Awad destnîşan kir ku di rojên pêş de dê 7 balafir alîkarî ji ser Hewlêrê bişînin Qamişlo û Hasekê.

Awad da zanîn ku dê piştre jî alîkariya bişînin û bi lêv kir ku alîkarî dê bi riya bejayî bişandana lê ji ber guherî kontrola rê derfet çênebûye.