Nûrhayat Altûn piştî dîlgirtina 7 sal û nîvan hate berdan

Hevşaredara Dersimê Nûrhayat Altûn piştî dîlgirtina 7 sal û nîvan hate berdan.

NÛRHAYAT ALTÛN HATE BERDAN

Nûrhayat Altûn di sala 2014’an de ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) weke Hevşaredara Dêrsimê hate hilbijartin. Di 17’ê mijdara 2016’an de li şûna Altun qeyûm hate tayînkirin û hate girtin. Altun, piştî 7 sal û 5 mehan ji Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa F a Kocaeliyê tehliye bû. Altun li pêşiya girtîgehê ji hêla xizmên xwe, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ve hate pêşwazîkirin.

Altûn, bi çepik, tililî û çîçekan hate pêşwazîkirin. Altûn, wiha got: “Tiştekî xweş e mirov li derve be lê dilê min bi hevalên min re ye. Parçeyeke dilê min hêj li hundir e. Ruhê me her tim û li her derê azad e.”

Altûn tevî malbat û hevalên xwe ber bi Enqereyê ve kete rê.