Nûnertiya Rojava ya li Swêdê li dijî êrîşên dewleta Tirk bang kir

Nûnertiya Rojava ya li Swêdê, nameyek ji saziyan re şand û bang li wan kir ku li ber êrîş û komkujiyên dewleta Tirk li Bakurê Sûriyeyê dike rabin.

Nûnertiya Rojava ya li Swêdê, ji hikûmeta Swêdê, Parlamenta Swêdê, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Xaça Sor û gelek saziyên din re name şand û bang li wan kir ku li ber êrîş û komkujiyên dewleta Tirk li Bakurê Sûriyeyê dike rabin.

Nûnerê Rojava yê li Swêdê Ster Kardoxî da zanîn, sînorê navbera Sûriye û Tirkiyeyê berê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibû dagirkirin û di encama şerê bi biryar ê hêzên Kurd de herêm ji DAIŞ'ê hate paqijkirin û rêveberiya demokratîk hat avakirin.

Kardoxî diyar kir, piştî ku Kobanê rizgar bû, artêşa Tirk gef û êrîşên xwe yên li dijî Kurdan zêde kir û got, "Kurdên ku beşeke girîng a Bakurê Sûriyeyê kontrol dikin, bi desteka koalîsyonê hewl didin Reqayê rizgar bikin. Lê belê artêşa Tirk gefê li wan dixwe û êrîş dike. Tirkiyeyê her wiha par Cerablûs dagir kir."

Di nameyê de hat ragihandin, dewleta Tirk ji sala 2015'an û vir ve bombeyan li Rojava dibarîne û sivîlan dikuje. Di nameyê de bang li hikûmeta Swêdê, Parlamenta Swêdê, Rêxistina Efûyê ya navneteweyê, nûnerên partiyên siyasî û parlamenteran hat kirin, ku ji bo pêşîgirtina li van êrîşan bikevin nava hewldanan.

Nûnertiya Rojava ya li Swêdê, her wiha raporek ji 27 rûpelan a li ser binpêkirina mafên mirovan û komkujiyên dewleta Tirk li Rojava kiriye, ji van saziyan re şand.