Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş..

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Çalakî ji aliyê komên duyemîn ve dewr hatin girtin.

Parêzer Îbrahîm Bîlmez nerazîbûn nîşanî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û di serî de CPT bang li saziyên Ewropayê kir ku ji bo Îmraliyê tavilê bikevin nava liv û tevgerê.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî got, "Leyla Guven a ku 32 roj in di greva birçîbûnê de ye, rê li ber me dixe. Leyla Guven heye, deng û îradeya wê heye. Bivê nevê hûnê vî dengî bibihîzin."

Şervanên YPG/YPJ'ê li Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete 3 çalakiyên sabotajê pêk anîn. Di çalakiyan de 4 çete hatin kuştin.

Partiya Komunîst a Fransayê têkildarî grevên birçîbûnê yên ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da û got;“Partiya Komunîst a Fransayê ji bo ji Erdogan re bêje ‘RAWESTE’ banga seferberî û piştevaniyê dike"