Grevên birçîbûnê yên li girtîgehan bi komên 2'emîn dewam dikin

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Çalakî ji aliyê komên duyemîn ve dewr hatin girtin.

Çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê, piştî ku 10 roj qediya ji aliyê komên duyemîn ve dewr hatin girtin.

Malbat û parêzerên girtiyan li ser hin girtîgehên ku greva birçîbûnê lê heye, ev agahî dan:

ÎZMÎR

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Hejmara 1 û 2'an a Kiriklarê, bi 3 kesan dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Piştî 10 rojan, koma duyemîn grev dewr girt. Koma nû ji Îshak Dayan, Têkoer Tûrgût û A.Kadîr Akdogan pêk tê.

Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê, li 4 qawîşên girtiyên siyasî yên jin lê dimînin, 4 kes di greva birçîbûnê de ne.

Ji 18 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T Hejmara 3'an a Şakranê, 6 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin.

Li Girtîgeha Tîpa T Hejmara 2'emîn a Şakranê, 10 kesî dest bi greva birçîbûnê kirin.

Li Girtîgeha Tîpa T Hejmara 4'emîn a Şakranê, Yûsûf Ozdemîr, Erkan Tamîr, Nebî Dagtekîn, Sadri Alabalik û Vahadettîn Bûdak greva birçîbûnê dewr girt.

Li Girtîgeha Girtî Tîpa T a Menemenê 3 kesan dest bi greva birçîbûnê kirin.

Ji 50 girtiyên siyasî yên li 3 qawîşên Girtîgeha Odemîşê, tevî Ahmet Başboga yê ku 26 sal in di girtîgehê de ye, Ferhat Çelebî, Abdulvehap Aydemîr û Abdûrrahman Sîlînsîn dest bi greva birçîbûnê kirinr.

BALIKESÎR

Li Girtîgeha Girtî Tîpa T a Hejmara 1'êmîn a Bandirmayê, ji her qawîşê 6 kesan dest bi greva birçîbûnê kirin. Li gorî agahiyên ku parêzeran piştî hevdîtina bi girtiyan re dan, piştî ku çalakiyê dest pê kir rêveberiya girtîgehê dest daniye ser radyoyên girtiyan. Hate gotin, bi destpêkirina greva birçîbûnê re sixêf, heqaret û lêdan li girtiyan tê kirin û sê hefte ne spor, atole û hin karên din ên hevpar tên astengkirin.

Girtiyên jin ên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a Bûrhaniye ya Balikesîrê bi dorvegerî bi kesekî greva birçîbûnê didomînin.

MANÎSA

Li Girtîgeha Girtî Tîpa T a Manîsanê, 4 ji girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê kirin.

Li Girtîgeha Tîpa M a Alaşehîrê ya Manîsayê, Ahmet Aslan dest bi greva birçîbûnê kir ku yekane girtiyê siyasî yê li wir e.

KONYA

Li Girtîgeha Girtî Tîpa T a Konyayê, Şiyar Firat û Cûma Dayan bûn koma destpêkê ya greva birçîbûnê.

DÎLOK

Nûrûllah Ûgûr, Agît Nas, Yakûp Brûkanli, Mûhammed Bazencîr û Velat Tufek ên li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê bûn koma destpêkê ku dest bi greva birçîbûnê kirin.

ŞIRNEX

Li Girtîgeha Girtî Tîpa T a Şirnexê, girtiyên siyasî Hakan Kûtlû, Kerîm Sevînç, M. Alî Bayar, Halîl Kabak û Ebûbekîr Neg tevî girtiyeke jin a navê wê nehate zanîn, bûn koma duyemîn a greva birçîbûnê.

MÊRDÎN

Li Girtîgeha Girtî Tîpa E ya Mêrdînê 10 jê mêr,  2 jê jin bi giştî 12 girtî bûn koma duyemîn a greva birçîbûnê.