Partiya Komunîst a Fransayê piştgirî da grevên birçîbûnê

Partiya Komunîst a Fransayê têkildarî grevên birçîbûnê yên ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da û got;“Partiya Komunîst a Fransayê ji bo ji Erdogan re bêje ‘RAWESTE’ banga seferberî û piştevaniyê dike"

Partiya Komunîst a Fransayê daxuyaniyeke nivîskî da û wiha got; “Tevgera Kurd bi armanca şermezarkirina tunehesibandina mafê mirovan a ji aliyê Erdoganê dîktator ve, li Ewropa û Fransayê grevên birçîbûnê daye destpêkirin.”

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin;

“Em Partiya Komunîst a Fransayê piştgiriyê didin têkoşîna Kurdan a ji bo demokrasî, aştî, mafên polîtîk û çandî. Ji sala 2015’an ve Erdogan li dijî Kurdan şerekî eşkere dike. Bi dehan kesên ji HDP’ê hatin hilbijartin û 5 hezar siyasetmedar-milîtan girtiye û heman demê bajar hatine hilweşandin.

Dadgeha mafê mirovan a Ewropayê daxwaza azadiya hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş kir lê Recep Tayyîp Erdogan biryara dadgeha mafê mirovan bi tundî red kir û tune hesiband.

Ji dema ku Tirkiyeyê Kantona Efrînê dagirkirî û pêve li Sûriyeyê şerekî krîmînal û dagirkeriyê didomîne. Tirkiye ji bo cîhadîstan bûye baregeh û ev jî ji bo herêmê metirsiyek mezin ava dike û dixwaze azadî û demokrasiya li Rojava têk bibe.

Partiya Komunîst a Fransayê ji bo ji Erdogan re bibêje ‘RAWESTE’ seferberî û piştevaniyê dike.

Fransa û Yekîtiya Ewropa neçar e ku di şerê hevkariyê ya bi R.T. Erdogan de mesafeyek têxe navbera xwe.

Divê ji bo azadiya girtiyên siyasî bikevin nava tevgerê û vê rejîma dîktator mehkûmî lêpirsînê were kirin.”