Temellî: Leyla Guven rê li ber me dixe

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî got, "Leyla Guven a ku 32 roj in di greva birçîbûnê de ye, rê li ber me dixe. Leyla Guven heye, deng û îradeya wê heye. Bivê nevê hûnê vî dengî bibihîzin."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî di kongreya partiya xwe ya navçeya Sancaktepe ya Stenbolê de axivî.

Temellî, ji bo şert û mercên heyî got, 'faşîzm' e û diyar kir, em ê bi hev re têbikoşin û dawiya dawî faşîzmê têk bibin.

Temellî got, heta ku aştî pêk were wê têkoşîna wan bidome û wiha dewam kir: "Leyla Guven a ku 32 roj in di greva birçîbûnê de ye, rê li ber me dixe. Ev îrade li refên herî pêş dimeşe û rêya me vedike. Divê her kes hurmetê nîşanî vê îradeyê bide. Dem hatiye ku dengê Leyla Guven bê bihîşstin. Lewma divê kes li benda tiştekî nemîne. Bû 32 roj, lê belê hîn beşeke mezin a raya giştî Leyla Guven ji nedîtî ve tê. Parlament Leyla Guven ji nedîtî ve tê, weke ku Leyla Guven nîne bêxem e. Leyla Guven heye, dengê wê heye, îradeya wê heye. Bivê nevê hûnê vî dengî bibihîzin, ji ber ku dengê Leyla Guven dengê rastiyê ye. Dengê li dijî faşîzm, zext, zilm û şer e.

Kî vî dengî bilind dike, kî alîgirê aştî, demokrasî û îradeya paşeroja hevpar e, dibe hedefa rejîma Erdogan. Dewlet êrîşî wan dike. Mîna Sirri Sureyya Onder ku bi berpirsyariya aştî û demokrasiyê rabû. Sirri Sureyya Onder xistin girtîgehê. Ne ku ji ber ceza kiriye, lê ji ber ku alîgirê aştiyê ye, bû hedefa êrîşa dewletê. Bi hêrsa tolhildanê zilmê li hevrêyên me dikin. Bi hezaran hevalên me girtî ne, bi hezaran hevalên me neçar man welêt biterikînin. Van hevalên me aştî xwestin, demokrasî xwestin û gotin, 'werim em li welatekî hevpar di nava komara demokratîk de bi hev re bin'. Ya ku li dijî vê daxwaza wan hate kirin ev e.

Ev dewlet aştiyê naxwaze, demokrasiyê naxwaze, şer dixwaze. Ev dewlet dixwaze bi desthilatdariyeke ku xwe ji dijminatiya li Kurdan xwedî dike bimeşe. Em jî dibêjin, 'Em ê dawî li vê dijminatiyê, li vî şerî û li vê zilmê bînin'. Ji ber ku em xwedî îrade ne, xwedî rêxistinbûneke xurt in. Li pişt van hemûyan jî nêrîneke me ya qewîn heye... Silav ji xwediyê vê nêrînê re, silav ji îmraliyê re, silav ji Ocalan re."

DIVÊ TECRÎD WERE RAKIRIN

Temellî diyar kir ku divê tecrîd bê rakirin û got, "Eger tecrîd neqede ev welat wê bikeve nava felaketê, wê ber bi hilweşînê ve biçe. Ne tenê ev welat, Rojhilata Navîn jî ber bi felaketê ve diçe. Rojhilata Navîn bûye qada şer. Li her derê çete hene, zeytûnan talan dikin, bi rengekî namerdî êrîşê dibin ser Efrînê. Niha Rojava dikin hedef. Bi çeteyên li Îdlibê re hevkariyê dikin. Ji ber ku derdê wan ew e ku bi Kurdan re jiyaneke hevpar neyê afirandin.

Halbûkî gelên qewîm ên vê erdnîgariyê îradeya xwe ya ji bo jiyana bi hev re nîşan da. Ji bo ev îrade neyê dîtin, tecrîdê ferz dikin. Lewma divê tecrîd biqede. Gelên Tirkiyeyê, ekdkar, jin û her kesên li vê erdnîgariyê ne, divê xwedî li îradeya aştiyê ya gelan derkevin. Ev yek jî bi têkoşîna hevpar, bi xwedîderketina li dengê Leyla Guven dibe."