Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roja 27'ê Mijdarê dest bi greva birçîbûnê ya 10 rojan a dorveger-bê dawî dikin.

Gerîla TV dîmenê çalakiya 13'ê Mijdarê ya li Çelê weşand ku di encamê de 4 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Li 11 tax û gundikên Licê derketina derve hate qedexekirin. Leşkerên Tirk piştî ragihandina qedexeyê dest bi operasyonêkirin.

Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden û Parlamentera berê ya HDP'ê Mulkiye Bîrtane jî di nav de gelek sendîkavan, siyasetmedar û parêzer di operasyonên qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin.

Ji ber erdheja bi şîdeta 6.4 pileyî ku li eyaleta Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê rû da, zêdeyî 700 kes birîndar bûn.

Li navçeya Sancaktepe ya Stenbolê, helîkoptereke leşkerî kete xwarê û 4 leşker mirin.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir, parlamenter Leyla Guven a li dijî tecrîda li Îmraliyê ketiye greva birçîbûnê işaretê bi çareseriyê dike. Buroyê bang li raya giştî kir ku di vê mijarê de hesas be.

Li navçeya Şiyê ya Efrînê di navbera koma çete ya Suleyman Şah û leşkerên Tirk de şer derket. Li herêmê 9 sivîl hatin revandin.