Ji ber erdheja li Kirmaşanê zêdeyî 700 kes birîndar bûn

Ji ber erdheja bi şîdeta 6.4 pileyî ku li eyaleta Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê rû da, zêdeyî 700 kes birîndar bûn.

Erdheja bi şîdeta 6.4 pileyî roja Yekşemê li navçeya Serpolê Zahab a Kirmaşanê rû da ku li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ye.

Li gorî bîlançoya ku Servîsa Rewşa Lezgîn a Neteweyî ya Îranê ragihand, 716 kes birîndar bûne. Lê tenê 33 ji van rakirine nexweşxaneyê.

Rayedarên herêmî îdîa kirin ku kes ji ber erdhejê nemiriye, lê belê xisareke mezin a madî rû daye.

Yek ji berpirsyarên Heyva Sor a Îranê Mûrtaza Selîmî îdîa kir, piraniya kesên birîndar bûne, di dema panîka ji ber erdhejê de birîndar bûne.

Piştî erdheja mezin a bi şîdeta 6.4 pileyî, heman saetê 7 erdhejên biçûk pêk hatin. Ji van a herî dijwar bi şîdeta 5.2 pileyî bû. Gelek bajarên Başûrê Kurdistanê û paytexta Iraq Bexda jî bi erdheja destpêkê hesiyan.

BIRÎNÊN ERDHEJA MEZIN HÎN NEHATINE PÊÇANDIN

Li Kirmaşanê 12'ê Mijdara 2017'an erdhejek bi şîdeta 7.3 pileyî rû dabû û herî kêm 630 kes miribûn, 12 hezar kes jî birîndar bûbûn. Ev erdhej, di 10 salên dawî yên Îranê de erdheja herî dijwar bû. Zêdeyî 70 hezar kes neçar man ji ber erdhejê ji cih û warê xwe derkevin. Gelek kes piştî erdhejê ji ber serma û seqemê mirin. Rejîma Îranê ji bo mirovên herêma erdhejê tedbîrên cidî negirt. Tevî ku 12 meh di ser erdheja mezin re derbas bûye, hîn mirov neçar in li derve razên.

Serokê meclîsa Şaredariya navçeya Sarpolê Zahab Mûhammed Cemal Niya meha Cotmehê daxuyaniyek dabû û mikur hatibû ku 30 ji sedî yên mirovên herêma erdhejê hîn li derve ne. Niya rêveberiya Serokkomar Hasan Rûhanî rexne kir ku tiştekî nake û diyar kir, mirovên li herêmê ji ber vê xemsariyê gurçikên xwe difiroşin.