Artêşa Tirk agir bi daristana Sehiyê xist

Li herêma ku Walîtiya Bedlîsê ‘qedexe’ lê dabû îlankirin, ji ber operasyonên artêşa Tirk agir bi daristanê ket. Şewata li daristana Sehiyê zêdetir dibe.

Li herêma ku walîtiya Bedlîsê ‘qedexeya derketina derve’ lê îlan kiribû, ji ber operasyonên artêşa Tirk agir bi daristanê ket. Piştî operasyonê şewata li herêmê li qadeke mezin belav bû û dûyê şewatê ji gelek herêmên Bedlîsê tên dîtin. Tefandina şewatê tê astengkirin û şewata li herêmê belavtir dibe.

CIHÊN KU ‘HATINE QEDEXEKIRIN’

Walîtiya Bedlîsê di 22’ê Îlonê de ev der ‘qedexe’ kiribû:

“Gundên Oleka Jor, Oleka Jêr, Balcilara Jêr, Balcilara Jor, Ilıcak, Ogûlcak, Başmakli, Uçevler û gundikên Kalûpat, Karakûş û Dûtkoyê”