Li Silopiyê ji ber teqînê 2 cerdevan mirin

Li navçeya Silopî ya Şirnexê teqînek çêbû. Hate ragihandin ku di teqînê de 2 cerdevan mirin û 4 jî birîndar bûne.

Li çoltara Girê Ezmana yê Bajaroka Gite ya Silopiyê cerdevan û leşker  bi hevre derketin operasyonê. Piştî leşker  û cerdevan bi hevre derketin operasyonê teqîn pêk hat.

Di teqîna bombeyê de 2 cerdevan mirin û herî kêm 4 jî birîndar bûn.

Navê cerdevanên mirîn Halîl Yerboga û Suleyman Tosun e.

Cerdevanên birîndar bûn jî rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopiyê. Operasyona li herêmê hatibû destpekirin berdewam dike.

HPG’ê têkildarî bûyerê hê tu daxuyanî nedaye.