Nûçeyên li ser karesata trênê hatin qedexekirin

Li navçeya Çorlûyê ya Tekîrdagê di ‘qezaya’ trênê de 24 kesan jiyana xwe ji dest dan. Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî li ser navê xwe pere da çapkirin û xwe ji merasîmeke mezin re amade dike.

5 wagonên trêna Kapikûle-Stenbolê dikir, roja Yekşemê qelibîn. Li gorî daxuyaniya Musteşarê Wezareta Tendirustiyê 24 kesan jiyana xwe ji dest dan û 318 kes jî birîndar bûn.

Wezareta Veguheztin, Behrvanî û Ragihandinê jî got ku, “Di 8’ê Tîrmeha 2018’an de 5 wagonên trêna bi nimreya 12703 di saet 17.00’an de ji rêya xwe derketiye û qelibiye.”

Rayedaran ji bo sedema qezaya trênê gotin ji ber ‘rewşa hewayê’ pêk hatiye. Wezareta Veguheztin, Behrvanî û Ragihandinê got ku, “Ji ber barana zêde, axa di bin menfeza rêya trênê heziyaye û ji ber vê qeza pêk hatiye.”

ÇIMA NÛÇEYÊN LI SER WÊ HATIN QEDEXEKIRIN?

Piştî ku têkildarî qezayê hin guman hatin kirin, ji aliyê Serokwezîrtiyê ve weşan û nûçeyên li ser qezayê hatin qedexekirin. Di heman demê de li gorî rojnameya Cûmhûriyetê têkildarî karesata trênê ya li Çorlûyê skandalek derket holê. Li gorî vêya, ji bo kontrol û venêrînê di 11’ê Hezîranê de îhale hatiye destpêkirin. Lê îhale 3 roj beriya hilbijartinê hatiye betalkirin.

DERFETÊN DEWLETÊ JI BO ERDOGAN HATE SEFERBERKIRIN

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan diyar kir ku têkildarî qezayê hemû derfetên dewletê hatine seferberkirin. Lê tê dîtin ku hemû derfetên dewletê ji bo merasîma ‘siltantiyê’ ya Erdogan tê seferberkirin.

Piştî merasîma sondxwarinê ya Erdogan a li meclîsê ew ê li Qesra wî merasîmeke mezin were lidarxistin. Ew ê Erdogan bi yekîneya siwaran were pêşwazîkirin û ew ê 101 top werin avêtin. Ligel vî tiştî ew ê ji bo Erdogan pere were çapkirin. 1 lîrayên ku bi taybet hatine çapkirin ew ê li mêvanan were belavkirin û ew ê beşeke van pereyan têxin piyaseyê.