Nûçegihanê ETHA'yê Demîrcî hate destgîrkirin

Nûçegihanê ETHA'yê Adîl Demîrcî ku ji Elmanyayê hate Tirkiyeyê li Stenbolê hate destgîrkirin.

Demîrcî berî çend rojan hatibû Stenbolê. Polîsên Tirk danê sibehê saet 4'an avêtin ser mala ku ew lê dima û ew destgîr kirin.

Federasyona Karkerên Koçber li Ewropayê (AGÎF) xwest, Adil Demîrcî tavilê bê berdan.

Di daxuyaniya nivîskî ya AGÎF'ê de hate gotin, "Adîl Demîrcî hemwelatiyên Tirkiye û Elmanya ye û li Elmanyayê weke zanyarê civakî dixebite, ji bo mafên civakî û siyasî yên koçberan têdikoşe. Ji bo berdana Demîrcî em ê bi her awayî hewl bidin. Eger tavilê neyê berdan, em ê vê helwesta dewleta Tirk li kolanan teşhîr bikin."