Nûçegihanê Çira TV li Zaxo rastî lêdana Asayîşê hat

Nûçegihanê Çira TV li Zaxo rastî lêdana Asayîşê hat

Nûçegihan û kameramanê Çira TV, yên li Dêrebon a Zaxoyê xebatên alîkariyê yên ji bo koçberên Şengalî dişopandin, rastî lêdana Asayîşa PDK'ê hatin.

Nûçegihanê televîzyona Kurdên Êzidî Çira TV Saddam Xaneqîn û kameramann, li Başûrê Kurdistanê herêma Zaxoyê di dema şopandina nûçeyê de rastî astengî û lêdana asayîşê hatin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, nûçegihan Xaneqîn bi kameramann re, ji bo şopandina qemyonek alîkariya ji Ewropayê ji bo Şengaliyên li kampa Dêrebon a Zaxoyê hat şandin çûn herêmê rastî astengiyê hatin.

Rayedarên Çira TV ji ajansa me re ragihandin ku Asayîşa PDK'ê îro danê sibê nehiştine nûçegihanê karê xwe bike, li wan dane û kamera wan desteser kirine.

Rêveberiya Çira TV bi daxuyaniyeke nivîskî bûyer şermezar kir û bang li rayedaran kir, ku berpirsyarên vê êrîşkariyê aşkera bidin û radestî dadgeriyê bikin.