Nûçegihanê ANF’ê Îsmaîl Yildiz serbest hate berdan

Nûçegihanê ANF’ê Îsmaîl Yildiz serbest hate berdan

Nûçegihanê ANF’ê Îsmaîl Yildiz ku piştî serbest hate berdan bi hinceta ku ji ber dozek din lêgerîna wî heye hate binçavkirin û derxistin dozgeriyê, piştî îfade girtinê serbest hate berdan.

Operasyona ku 20’ê Cotmeha 2011’an di bin navê “KCK”’ê de li dijî rojnamevana hate pêkanîn û 33 jê girtî 46 rojnamevan li Kampusa Girtîgeha Sîlîvriyê pêkhat, 7 rojnamevan hatibûn berdan. Ji rojnamevanên girtî 6 jê duh di demjimêrên şevê de ji Girtîgeha Sîlîvriyê hatin tahliye kirin, rojnamevan Îsmaîl Yildiz jî bi hinceta ku di çarçoveya dozek din ya li Edeneyê lêgerîna wî heye nehatibû tahliye kirin.

Roja Înê di demjimêrên dereng yên şevê de Yildiz ji aliyê polîsên Şaxa TEM ya girêdayî Midûriyeta Polîsan ya Stenbolê hate binçavkirin û li Midûriyeta Polîsan ya Stenbolê ya li ser Rêya Vatanê hate girtin. Yildiz di demjimêrên sibehê de ji bo îfade girtinê anîn Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê. Li vir Yildiz piştî îfadeyan serbest hate berdan.