Nûçegihan Zehra Dogan hate berdan

Nûçegihan û şêwekar Zehra Dogan ku ji ber bi nûçe, şêwekariya xwe ya ku hovîtiya dewleta Tirk a li Nisêbînê, li ber çavê hemû cîhanê deşîfre kirî, hatibû girtin, hate berdan.

Zehra Dogan  dema berxwedana Xwerêberiyê ji ber ku bi şêweya xwe ya li ser Nisêbînê ku barbariya dewleta Tirk deşîfre kiribû û bi nûçeya ku rojnivîska zarokek 10 salî kiribû nûçe, bi îdîaya ku 'propagandaya rêxistinê' kiriye hatibû girtin û 2 sal û 9 meh û 22 roj cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.

Dogan a ku ev nêzî 2 salan e girtî bû, vê Yekşemê ji Girtîgeha Girtî ya  Jinan a Tarsûsê hate berdan. Dema Dogan derketî hevpîşeyên wê bi kulîlkan ew pêşwazî kirin.

Polîsên Tirk nehiştin ku Dogan li ber girtîgehê daxuyaniyê bide. Dogan jî piştre daxuyanî da û got, ''Ji ber ku ji girtîgehê derketim kêfxweş im lê ji ber ku min hevalên xwe hiştine ez xemgîn im. Niha li girtîgehan greva birçîbûnê didome. Rewşa çalakgeran her ku diçe giran dibe. Divê demildest em deng bidin grevên birçîbûnê yên li zindanan ên ku bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kirî.''

Li ser pirsa, ji mêj ve ji karê xwe dûr ketiye, Dogan got, ''Ez her li kûderê jî bim, ez ê li nav we bim û karê xwe bidomînim.''