Cezayê ku du mehan rawestandina weşanê ku Lijneya Radyo û Televîzyonê ya Danîmarkayê dabû kanalên Mesopotamia Broadcasting bi dawî bû. Bi vî awayî Nûçe TV û MMC ji sibê û pê ve dê dest bi weşana xwe ya asayî bikin.
Lijneneya Radyo û Televîzyonê ya Denmarkayê der barê saziyê weşanê yên girêdayî şîrketa Mesopotamia Broadcasting de lêkolîn dabû destpêkirin. Di encamê de Nûçe TV, MMC û METV (Mezopotamya TV) 2 meh cezayê rawestandina weşanê girtin.
Cezayê rawestandina weşanê 3yê cotmehê dest pê kir û îro bi dawî dibe. Bi vî awayî dê Nûçe TV û MMC dê ji 5’ê berfanbarê ve dest bi weşana xwe ya asayî bike.
Nûçe TV ya bi dirûşima “Dema Rastiyê” weşanê dike û kanala mûzîkê MMC TV li ser frekansên xwe yên berê yên Eurobird 9a dikarin bên temaşekirin.