Nûçe Ciwan li Tirkiyê dîsa qedexekirin

Ajansa Nûçeyan a Nûçe Ciwan van 10 rojên dawî ev bû cara duyan ku ji hêla deweta Tirk ve tê qedexekirin.

Ajansa nûçeyan a ciwanan Nûçe Ciwan ji roja ku dest bi weşanê kiriye û heta niha ev 29 car in ji hêla rejîma mafyatîk û dîktatorî ya Tirk ve tê qedexekirin.

Malpere ku van 10 rojên dawî cara duyan hate girtin got, ''rêça çapemeniya şoreşger û azad wê geştir bibe û bidome''.

Serwîsên Kurdî û Erebî yê ajansê jî hatin qedexekirin. Ajansê diyar kir di demeke kurt de wê bi adrêsên nû yên domaînê yên Kurdî û Erebî dîsa weşana xwe bikin.

Ajana Nûçe Ciwan ji bo bikarhênerên Tirkiyê  https://www.nuceciwan19.com sazkar kir.