Nobetên Edaletê: Em ê têkoşîna girtiyan bidomînin

Di Nobetên Edaletê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyam hatin dayîn û wiha hate gotin: “Em ê têkoşîna girtiyan bidomînin.”

Çalakiyên Nobeta Edaletê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajaran hatine destpêkirin, li gelek bajaran dewam kirin.

STENBOL

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Sûltanbeyliyê di roja 86’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin, bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hate daliqandin. Çalakvanan pêşmalkên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li ser dinivîsî li xwe kirin.

Rêveberên rêxistinên DEM Partiyê yên Kartal û Maltepeyê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER) ji bo piştevaniyê serdana nobetê kirin.

Di çalakiya têkildarî azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyam hatin dayîn de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin û stranên bi kurdî hatin gotin.

AMED

Nobeta Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rezan a Amedê bi dirûşmeya azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin di roja 93’yan de berdewam kir. Çalakvanan pêşmalkên bi kurdî û tirkî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsand li xwe kirin.

Nobet bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berdewam kir.

ÊLIH

Li Êlihê Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (TUAY-DER) li avahiya rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Êlihê hatiye destpêkirin jî di roja 35’an de berdewam kir. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Odûncû, namzeta Hevşaredariyê ya Êlihê Gulistan Sonuk, TJA û Platfroma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê serdana nobetê kirin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, qala girîngiya têkoşîna ku dayik didin kir û anî ziman ku vê têkoşînê bêdengiya di nava civakê de ji holê rakiriye û têkoşîn mezin kiriye.

Di nobetê de her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Bijî berxwedana zindanan” , “Bê Serok jiyan nabe” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” hatin berzikirin.

Nobet bi stran û dirûşmeyên hatin berzkirin bi dawî bû.  

MÊRSÎN

Nobeta Edaletê ya ji aliyê Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 93’yemîn de berdewam dike. Dayikên Aştiyê û dengbêjên li bajêr tevlî nobetê bûn. Di çalakiya ku her tim dirûşmeya “Jin jiyan azadî” lê hate berzkirin de qala berxwedana girtiyan hate kirin û klam hatin gotin.

Nobet bi serdanên di nava rojê de hatin kirin berdewam kir.

ÎZMÎR

Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê hatiye destpêkirin li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Karabaglarê di roja 35’emîn de berdewam kir. Di nobetê de peyamên ku girtiyên di çalakiya grevê de şandibûn hatin xwendin. Malbatên girtiyan dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Jin jiyan azadî” û “Bijî Serok Apo” berz kir. Rêveberên DEM Partiyê û gelek welatiyan serdana çalakiyê kirin. Çalakî bi gotina stranên kurdî berdewam kir.

WAN

Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Wanê di pêşengtiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 91’emîn de berdewam kir. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes tev li çalakiya li avahiya Rêxistina Partiyên Herêmên Demokratîk (DBP) berdewam dike bûn.

Yek ji dayikan Fatma Avci ya di nobetê de axivî, wiha got: “Zarokên me di çalakiya greva birçîbûnê de li ber xwe didin, em ji bo piştgiriyê bidin wan di nobetê de ne. Pirsgirêkên tenduristiyê yên hevalên me destpê kirine. Ev zext û zilm dê heta ku derê berdewam bike. Yekane tişta em dixwazin di kesayeta birêz Abdullah Ocalan de hemû girtiyên siyasî bi awayekî fizîkî azad bibine. Li vî welatî tenÊ li dijî kurdan helwesteke wiha tê nîşandan. Li vî welatî tişteke bi navê edaletê nîne. Heta ku em sax bin em ê li pey girtiyên xwe bin û têkoşîna wan bidomînin. Ev têkoşîna me dê encam bigire, em vê dizanin, bila ew jî bizanin.”

Piştre aktîvîsta TJA’yê Aynûr Sarica jî wiha axivî: “Hevalên me 101 roj in li girtîgehan di çalakiya greva birçîbûnê de ne, em têkoşîna wan silav dikin. Em weke TJA heta ku zextên li girtîgehan berdewam bikin têkoşîna me ya li qadan jî dê berdewam bike. Heta ku birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî bi awayekî fizîkî azad nebin dê têkoşîna me bidome.”

Di çalakiyê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. Çalakiya nobetê bi stranan berdewam kir.