Nobetên Edaletê: Eger deriyê Îmraliyê vebe, wê rêya aştiyê jî vebe

Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, li bajarên Mêrdîn, Amed, Êlih, Wan û Îzmîrê didome.

NOBETÊN EDALETÊ

Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li gelek bajaran hatiye destpêkirin didome.

AMED

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya TUAY-DER’ê li Amedê bi dirûşmeya azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin di roja 98’an de berdewam kir. Çalakvanên di nobeta li avahiya rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) didome de cih digirin, pêşmalkên ku li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye dinivîsî” li xwe kirin.

Li eywana çalakiyê pankarta “Ji avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin û bibin dengê zindanan” hate daliqandin.

Di nobeta ku tevahiya rojê serdana wê hate kirin de dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.  

ÊLIH

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya TUAY-DER a Êlihê li avahiya DBP’a Bajêr hatiye destpêkirin jî di roja 40’an de berdewam kir. Namzeta Hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Êlihê Gulistan Sonuk, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Rêxistinên DEM Partiyê û DBP’ê û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê serdana nobetê kirin.

Kesên tevlî nobetê bûn qala girîngiya yekitiya netewî kirin û ji bo rakirina tecrîdê banga mezinkirina têkoşînê kirin.

Di nobetê de her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” hatin berzkirin. Nobet bi stranên hatin gotin û dirûşmeyên hatin berzkirin bi dawî bû.

WAN

Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk, bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li Wanê Nobeta Edaletê hatibû destpêkirin û nobet di roja 95’an de li avahiya DBP’a Bajêr berdewam kir. Parlamentera Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, rêveberên DEM Partiyê yên Tûşbayê û gelek malbatên girtiyan tevlî bûn.

Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît a di serdanê de axivî, diyar kir ku yekane navnîşana çareseriya pirsgirêkên civakî Girava Îmraliyê ye û wiha got: “Tecrîd bi tenê 35-36 mehan ne bi sînor e, tecrîd demekî dirêje li gelê Kurd tê kirin. 25 sal in birêz Abdullah Ocalan tê tecrîdkirin. Dayikên me ji bo ev tecrîda li girtîgehan û li dijî birêz Ocalan rabe û pirsgirêka Kurd çareser bibe destê xwe danîne bin kevir. Divê em jî dixwazin ku ev şer bi dawî bibe û daxwazên di çalakiya greva birçîbûnê de tên ziman bên bicihanîn. Çareseriya van pirsgirêkan birêz Ocalan e. Divê tecrîd bi dawî bibe û li Kurdistan û Tirkiyeyê jiyaneke azad were avakirin.”

Namzeta Hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Tûşbayê Hanim Akkoş jî wiha axivî: “Li girtîgehan neheqî û zilmeke zêde heye. Mafên girtiyan ên bingehîn jî nayên pêkanîn. Tecrîd ne tenê li dijî birêz Ocalan e, li dijî hemû gelê Kurd e. Tecrîd heta malên me hatiye. Heke tecrîda li ser birêz Ocalan rabe dê tecrîda li ser her kesê rabe. Ji ber vê yekê Mifteya çareseriyê Îmrali ye.”

Li Nobeta ku her tim dirûşmeya “Bijî Serok Apo” , “Bijî berxwedana zindanan” , “Şehîd namirin” hatin berzkirin stranên Kurdî hatin gotin.

MÊRDÎN

Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan û Dayikên Aştiyê li avahiya Rêxistina DBP’a Bajêr didomînin jî îro malbatên ji Nisêbînê hatin dewrgirtin.

Nobeta Edaletê di nava rojê de malovaniya ziyaretvanên xwe kirin, di nobetê de têkildarî rojevê nîqaş hatin kirin. Di nobeta ku perwerdehiya bi zimanê Kurdî jî lê berdewam kir de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Zindanan” hatin berzkirin. Di nobeta edaletê ya stranên berxwedanê jî lê hatin gotin de malbatên girtiyan û Dayikên Aştiyê yên amadekariyên Newrozê dikin bi rengên kesk û sor û zer zendik amade kirin.

Parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê de li Mêrdînê ye jî serdana Nobeta Edaletê kir. Dayika Aştiyê Ayşe Şaşmaz a di nobetê de axivî, bal kişand ser rengên zendikên xwe û wiha got: “Ev ala berxwedanê ye, ev ala serhildanê û jiyanê ye.” Şaşmaz, anî ziman ku dixwazin têkoşîna li girtîgehan serkeftî bibe û wiha got: “Em ji vir heta Îmraliyê ji Serok Apo re ji girtîgehan re silavan dişînin. Em keç û xortên li çiyayên Kurdistanê silav dikin û li ber wan bejna xwe ditewînin.”

Sancar diyar kir ku ew piştgiriya Nobeta Edaletê dikin û wiha got: “Em aliyê ku aştiyê dixwazinin. Aştî ne tişteke ku bêyî berxwedan û xebatê were ye. Aştiyeke bi rûmet encax bi çareserkirina demokratîk a pirsgirêka Kurd pêkan e. Heta ku çareserî pêk neyê aştî nabe. Ji ber vê yekê ked û hewldana we gelek girîng e. Divê tecrîd were rakirin. Em dizanin ku dema deriyên Îmraliyê hatin vekirin, dê rêya aştiyê jî were vekirin. Em aştiyê dixwazin, hûn jî Dayikên Aştiyê ne. Em dizanin ku dê aştî bi destê dayikan were. Em jî heta ku aştî were, heta ku demokrasî were avakirin dê têkoşîna me bidome.”

ÎZMÎR

Nobeta Edaletê ya di pêşengtiya EGE TUHAY-DER û TJA’yê de hatiye destpêkirin di roja 37’emîn de li Nûnertiya Çîmentepe ya DEM Partiyê berdewam dike. Gelek malbatên girtiyan beşdarî nobetê bûn. Di nobetê de her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Heq hiqûq edalet”, “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.

Dayika Firat Yagmekan ê li Girtîgeha Kiriklarê tê ragirtin, Sûltan Yagmekan di nobetê de axivî. Yagmekan, diyar kir ku bi çalakiya xwe dixwazin edalet were welat. Yagmekan, bertek nîşanî CPT’ya ku di serdana xwe ya Tirkiyeyê de neçû Îmraliyê da û bi bîr xist ku CPT li ser navê desthilatan tevdigere. Yagmekan destnîşan kir ku rewşa Abdullah Ocalan bi fikar e û wiha berdewam kir: “Ji bo ku tecrîd were rakirin û azadiya wî pêk were zarokên me li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne. Heta ku ev bêhiqûqî berdewam bike, dê zarokên me li hundir em jî dê li derve têbikoşin. Ez dixwazin edalet û aştî were vî welatî.”

Yagmekan bang li her kesên ku edaletê dixwazin kir ku tevlî nobetê bibin û piştgiriyê bidin wan.