Nobetên Edaletê bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd berdewam dikin

Di Nobeta Edaletê ya li gelek bajaran bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin de peyama domandina têkoşînê hate dayîn.

Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li gelek bajaran di pêşengtiya malbatên girtiyan û saziyên sivîl ên civakî hatiye destpêkirin didome.

WAN

Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) li avahiyê Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê hatiye destpêkirin, di roja 83’yemîn de berdewam kir. Gelek welatî û xizmên girtiyan tev li nobetê bûn. Rêxistina DEM Partiyê ya Rêya Armûşê û gelek kes hatin serdana çalakvanan. Di nobetê de gelek caran diruşma “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Xizmên girtiyan gotin ku heta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyan bi dawî dibe dê têkoşîna xwe bidomînin. Nobeta Edaletê bi strîna stranên Kurdî domiya.

ÊLIH

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li Êlihê hatiye destpêkirin di roja 25’an de li avahiya DBP’ê ya bajar berdewam kir. Rêveberên DEM Partî û DBP’ê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên bajar hatin serdana nobetê. Di nobetê de beşdaran bertek nîşanî zextên li ser Kurdan dan û helbestên bi mijara azadiyê hatin xwendin.

Di nobetê de gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, Azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin û bi tililî û çepikan dom kir.

AMED

Nobeta Edaletê ya ku li Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Rezanê hatiye destpêkirin di roja 83’yan de berdewam kir. Çalakvan, tevlî panela Tevgera Jinên Azad (TJA) ya bi sernavê “Di pêvajoya aştiyê de heqîqeta jinan û pirsgirêka tecrîdê” ya li Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê tê lidarxistin bûn.

MÊRDÎN

Nobeta Edaletê ya li avahiya DBP’ê ya Mêrdînê tê lidarxistin didome. Çalakvanên di Nobeta Edaletê de îro bi Kurdî xwendin kirin, pişt re stranên berxwedanê gotin.

Çalakvanan, têkildarî şandeya CPT’yê ya hatiye Tirkiyeyê û serdana Girtîgeha Îmraliyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê tê ragirtin nekir de nûçe xwendin, helwesta CPT’yê nirxandin û bertek nîşan dan.