Nobeta Wanê: Qeyûm wê biçin, em ê bimînin

Wekîla HDP'ê Muazzez Orhan li Nobeta Demokrasiyê ya li Wanê axivî, got, ''Desthilat diçin, gel dimînin. Qeyûm wê biçin em ê bimînin.''

Nobeta Demokrasiyê ya li dijî dagirkeriya qeyûman di roja 49'an de li Wanê bi tevlêbûna gel, wekîl, Dayikên Aştiyê didome.

Di çalakiyê de dirûşmên ,''Em ê bi berxwedanê bi ser bikevn'', ''Hevseroktî xeta me ya xemrî ye'' hatin berzkirin.

Wekîlê HDP'ê Murat Sarisaç bal kşande ser krîmînalîzekirina HDP'ê ya ji hêla rejîma Enqerê ve û got, tim gefên li wan dixwin, bi polîtîtîkayên şer dixwazin rêveberiyê bikin.

Sarisaç diyar kir ew tim li dijî dîktayê, li djî rejîma yek kesî, li dijî desteserkirina vîna gelan têkoşiyane, tim alîgire demokrasî, aştî, wekhev û yekîtiya gelan e û heta siberojeke azad bikin ew ê têbikoşin û berxwedana xwe bidomînin.


Her wiha wekîla HDP'ê Muazzez Orhan jî bang kir ku bi rêyên demokratîk demildest çareseriyek were danîn û domand, ''Desthilat diçin, gel dimînin.     Qeyûm wê biçin, em ê bimînin. Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin. Ên ku têkoşîna wekhevî, demokrasî, aştiyê didin wê bi ser bikevin.

Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê bi dirûşmeyan dom kir.