Nobeta ji Ocalan re azadî Kurdên li Strasboûrgê dewr digirin

Nobeta azadiyê ya ku ji Strasboûrga Fransayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kirî kete heftiya 320’î.

Çalakiya ji bo azadiya Ocalan 25’ê Hezîrana 2012’an li ber Konseya Ewropayê dest pê kirî vê heftiyê li Strasboûrga Fransayê ji hêla niştimanperwerên Kurd ve wê dewr were girtin.

Çalakiya ku li dijî şertên dîlgirtinê û tecrîdê ya 20 salan a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kirî, heftiya bihurî komeke ji 10 kesan pêk hatî ku ji Elmanyayê hatibû dewr girtibû.  Piştî vê koma ku Yekşmê nobet dewr girtî, vê heftiyê Kurdên li Strasboûrgê bi dorvegerî ji bo Ocalan nobetê digirin.

Li gorî agahiyên ku komîteya amadekar a nobetê çalakvanên ji Strasboûrgê hatin heta Yekşemê wê nobetê bigirin. Çalakvan li semta Orangerîa ku tim gelek turist lê hene dema nobetê wê bibin xwedî derfet ku bi gelek kesan re bidin û bistînin.

320 heftiyan nêzî 2 hezar kes ji welatên Ewropayê tevlî çalakiya ‘Nobeta ji Ocalan re azadî’ bûn.