Çalakiya nobedê ya 'Ji Ocalan re Azadî' ya bajarê Franse Strasbourgê dest pê kiribû di roja 198. de didome.
Çalakiya Nobedê ya 'Azadî ji bo Ocalan' ya di 25 Hezîranê sala 2012’an ya li bajarê Franse Strasbourgê li ber Konseya Ewropayê dest pê kiribû, berdewam dike. Çalakî di roja 197. de ji aliyê hunermendên Tev-Çandê ve hate dewrgirtin.
Armanca çalakiyê ew e ku bala yetîkiya Ewrupa û sazî û dezgehên navneteweyî bikşînin ser rewxa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Hêjayî gotinê ye, ku gelê kurd ê li Ewrupayê, sazî û dezgehên wê, di çarçoveya kampanya 'Ji Ocalan re Azadî’ de par li 70 bajarên Ewrupayê tûra otobusan pêk anîbûn.
Herwiha kampanya îmzeyan ya navneteweyî jî li gelek welatên cihanê dewam dike. Tê payin, ku li tevahiya cîhanê ji bo azadiya Ocalan zêdetirî 5 mîlyon îmze werin komkirin.
Di destpêka kampanya îmzeyan de, kesayetên weke serpîskoposê Afrîka Başûr û xwediyê xelata aştiyê ya Nobelê Desmund Tuto, Şîrîn Ebdaî, Serokê Sinn-Feinê Gary Adims, nivîskar û ramyar Noam Chomski û gelek kesayetên navdar destek dabûn kampanyayê.