Nobeta ji Ocalan re Azadî di hefteya 75’emîn de ye

Nobeta ji Ocalan re Azadî di hefteya 75’emîn de ye

Nobata ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî ya li Strasbourgê di hefteya 75’emîn de ye. Çalakgeran vê hefteyê çalakî radestÎ endamên Meclisa Gel yên ji bajarên  Villiers-le-Bel û Dracyê  hatîn kirin.

Nobeta ji 25’ê Hezîrana sala 2012’an ve li ber avahiya Konseya Ewropa (KE)yê a li bajarê Fransayê Strasbourgê ji bo azadiya Ocalan bê nav ber didome. Her hefte kurdên ji bajarên cuda tên nobetê dewir digrin. Gel di derbarê rewşa pirsgirêka Kurdan agadar dikin û ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî îmzeyan komdikin.

Çalakiya ketî 522 rojan de ji roja şemiyê ta niha endamên Meclisa Gel yên ji herêma 2 ya Parîsê hatîn didomandin. Endamên komê li rexmê hewaya sar jî li ber avahiya KE’yê çalakiya xwe didomandin. Çalakgeran broşûra li ser navê ‘Ocalan kî ye? Bi zimanê Almanî, Fransî û îngîlîzî  û pirtûka Ocalan ‘Konfederalîzma Demokratîk û Li Kurdistanê Şer û Aştî’ belav dikirin. Çalakgeran ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî îmza kom kirin, kesên di hatin Forma Demokaratîka Ewropa yê di hatin KE’yê di derbarê pirsgirê da Kurd de li gel wan di ketin sohbetê.

Kesên ji herêmên bajarên Villiers-le-Bel û  Drancy hatîn xwe li ser navê Meclisa Gel ji bo dewirgirtina nobetê tomar kirin. Silêman Kulen ku beşdarî çalakiyê bû, da diyar kirin ku divê mirov xwedî li nobeta li ber avahiya KE’yê derbikeve, ji ber ku çalakiyekî cidiye.

Di nava koma Nobeta Ocalan de Komîsyon a Meclisa Gel a Çandê û Endamên Tev-Çandê yên ji ciwanan pêktên û Ulaş Kelaşin, Hozan Şemdîn kurê stranbêj  Nurhat Elegez  cih digrin. Çalakiya ku 4 roje didome ji aliyê ciwanan ve jî baş tê şopandin. Hûnermendên kurdan jî destnîşan kirin ku Ocalan ji bo gelê  Kurdan tiştekî dest jê nayê berdane.

Kelaşîn û Elegez, “Yê ku çanda me jî nû ve zindî kir niha di nava 4 dîwaran de ye. Evînekî 35 salan heye û mîmarê vê tevgerê jî Ocalane. Ji ber vê yekê jî em dibêjîn azadiya wî azadiya me ye.”

Endamên Komê 35. Salvegera damezirandina PKK’ê jî silav kirin û bang li ciwan û Kurdistaniyan kirin beşdarî çalakiya nobetê bibin.

75 HEFTENE BÊ NAVBER DIDOME

Çalakiya nobeta bi şîara ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî azadî destpêkirî ji 25’Hezîrana sala 2012’an ve li ber Konseya Ewropayê didome  û yek jî çalakiya Kurdan ya herî dem dirêje. Li taxa ku çalakî lê dewam diki de KE, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, Parlementoya Ewropayê (AP) û Komîteya Pêşîlêgirtina Îskenceyê (CPT) di heman semta bi navê Robertsau yê ne. Çalakî her roj di navbera 7-17 bênavber didome . Çalakgeran ta niha 14 hezar îmza jî komkirîne.

Ji roja destpêkê ta roja 522’emîn gelek komên hunermenda, rojnamevanan, baweriyên li  Kurdistanê yên weke Elewî û Êzîdî, Îslamî, endamên Başûr, Rojava piştgirî piştgirî dane.