Nobeta ji Ocalan re Azadî di hefteya 59’an de ye

Nobeta ji Ocalan re Azadî di hefteya 59’an de ye

Çalakiya nobetê ya bêdem ya li bajarê Strasbourg yê Fransayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî ên Kurd hatiye destpêkirin bênavber didome. Çalakiya vê heftiyê komek ya 4 kesî ya ji Îngiltereyê hat dewir girt.

Çalakiya nobetê ku di 25’ê Hezîrana 2012’an de li ber Konseya Ewropayê ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî ên Kurd destpêkir di hefteya 59’mîn de ye. çalakiya nobetê Hesen Zengînoglû, Jiyan Avesta, Aras Mahsûm û Elî Erdogan ên ji bajarê London ê Îngilîstanê hatin didin berdewam kirin.

Endamên koma Londonê ên roja Yekşemê çalakiya nobetê dewir girtin, heya niha bi sedan belavok belavkirine û têkildarî Ocalan û pirsgirêka Kurd rayagiştî agahdar dikin. Di çalakiyê de têkildarî Kampanya ji Ocalan re Azadî, belavokên bizimanê Îngilîzî, Alamnî û Fransî her wiha broşûrên “Ocalan Kî ye?” jî tên belavkirin.

Endamên nû yên komê, sedemên tevlîbûna çalakiyê û têkildarî bûyerên vê dawiyê rûdan de dîtinên xwe wiha ji ANF’ê re ragihandin:

Hesen Zengînoglû: “Ez bi wê fikra ku azadiya Birêz Ocalan û azadiya girtiyên siyasî azadiya gelê Kurde tevlî vê çalakiyê bûm. Pêwîste her kurdek ê li Ewropayê jiyan dike, piştgiriyê bide çalakiyê û bigehîne serkeftinê.”

Jiyan Avesta: “Weke her kurdekê xwedî li derketina nasnameya xwe bi PKK’ê re çêbû, beriya vê di vê mijarê de neçalak bûm. Tekoşîna Ocalan ya nasname û jiyanê bandorek pir mezin li min kir û min girîngiya tekoşînê hîn zêdetir fêm kir. Nasname nebe, ziman nebe, ‘tu’ nînî. Û ya herî xirab jî eve. Aha ji ber vê jî pêwîste em xwedî li vê kampanyayê derbikevin.”

“NETENÊ BAŞÛR, PÊWÎSTE HEMÛ KURDISTANÊ BIFIKIRE”

Aras Mahsûm: Çendî ku ev hewildana Kurdan pir biwateye, Ewropa jî bersiva van hemû hewildanan bide û tişta pêwîst bike ew jî ew qas girînge. Eger Ewropa îdia dike ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn aştiyê dixwaze, pêwîste ji bo azadiya Ocalan zextê li Tirkiyeyê bike. Êdî divê Tirkiye pêwîstiyên pêvajoyê bicih bîne.

Pêwîste rêveberiya Başûrê Kurdistanê bêhtir alîkariyê bide parçeyên din û ne tenê pêşî tiştên xwe bide pêş. Bûyerên li Rojava rû didin nayên piştguh kirin û pêwîste demildest deriyê sinor bê vekirin.

RÊBERÊ ME DI ZINDANÊ DE BE, PÊVAJO BITENDURISTÎ BIRÊVE NAÇE”

Elî Erdogan: “Her aliyekê Kurdistanê di bin dagirkeriya leşker û polîsan de ye. ji bo aştiyekî birûmet çêbe pêwîste hemû hêzên dagirker xwevekişînin. Weke din jî Rêberê me di zindanê de be çareserî pêşnakeve. Pêwîste ev bibe rêgeza pêvajoyê, Rêbertî di zindanê de be pêvajo bi tenduristî nameşe. Ez weke Dêrsimî bang dikim. Li rexmî ew qas komkujiyan êdî bila alî xwe zelal bikin. Ne CHP û ne jî AKP nûnertiya Kurdan nakin. Pêwîste li hemberî çemka ‘cihê ku AKP qezenc neke bila CHP qezenc bike’ derbikevin.

Pêwîste di serî de ciwan û gelê me yê li Ewropayê jiyan dike piştgiriya kampanyayê bike, ji hemû çemkên ku neslê me tune bike re bêjin raweste. Ji ber ku dibe sibe gelek direng be.”

59 HEFTEYE BÊNAVBER DIDOME

Çalakiya nobetê ya 25’ê Hezîrana 2012’an li ber Konseya Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî destpêkiriye heya niha nêzî 300 Kurdistanî tevlî bûne. Di çalakiya ku nûnerên saziyên Kurd ên cûda cûda jî tevlîbûyî de heya niha bi sedhezaran broşûr û belavok belavkirine, bi hezaran îmze berhev kirine.