Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê di roja 96’an de berdewam dike

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz di serdana Nobeta Edaletê de axivî û got: “Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, em ê li her derê berxwedana xwe mezin bikin. Em ê rêxistina xwe hîn berfirehtir bikin.”

NOBETA EDALETÊ

Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan bi daxwaza “Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratik” hatiye destpêkirin, di roja 96’an de berdewam dike. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz û Hevşaredarên Qoserê Zeynî Îpek û Hamdiye Bilek Turgay serdana nobetê kirin.

Di Nobeda Edaletê de ku bi stranan dewam kir û bi dirûşmeya "Bijî berxwedana zindanan" girtiyên di çalakiyê de ne hatin silavkirin.

Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz di serdana nobetê de axivî û cejn û berxwedana çalakvanan pîroz kir. Aydenîz anî ziman ku zextên dewletê yên li girtîgehan roj bi roj zêde dibin û got: “Girtiyan bi awayên cuda berxwedana xwe didomînin. Pêwîst e em hem piştgiriyê bidin çalakiyên wan û hem jî barê wan bi lidarxistina çalakiyên organîzetir û bihêztir li derve hilgirin. Weke ku hûn jî dizanin dawî li polîtîkayên qirêj ên li girtîgehan tên meşandin tenê bi rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkan e. Em çiqas aştî, demokrasî û azadiyê bixwazin, Birêz Abdullah Ocalan çiqasî behsa siberoja azad, demokratîk bike jî dewlet li hemberî vê zext û zilma xwe zêdetir dike.”

‘EM Ê BERXWEDANA XWE MEZIN BIKIN’

Aydenîz diyar kir ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe, heta ku Birêz Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî beşdarî xebatên aştiyê nebe û rola xwe bilîze, gelê Kurd azad nabe. Aydenîz bi domdarî wiha got: “Em dizanin ku Tirkiye jî dê negihîje demokrasiyê. Di hilbijartinên 31'ê Adarê de gel yek ji peyamên herî girîng da me. Her wiha li vir hem ji bo muxalefetê hem jî ji bo hikûmetê peyamek hat dayîn. Bi taybetî van hilbijartinan nîşan da ku yên ku pirsgirêka Kurd çareser nekin wê roj bi roj paşve biçin. Mîna 7’ê Hezîranê rê dide me û hikûmetê. Ji ber vê yekê divê em rêxistinbûna xwe zêde bikin. Divê mirov zêdetir di nava gel de be. Ev peyam ji me re hat dayîn. Em ji vir careke din dibêjin; Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan em ê li her derê berxwedana xwe mezin bikin. Em ê rêxistina xwe hîn berfirehtir bikin."