Nobeta Edaletê ya li ber Wezareta Edaletê di roja 80’an de ye

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 80’an de li ber Wezareta Edaletê dewam kir.

Parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî dikana malbata Şenyaşar kir. Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di êrîşê de hevjîn û du kurên wê hatibûn qetikirin li Enqereyê li ber Wezareta Edaletê didome. Emîne Şenyaşar û kurê wê parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar bi hev re nobet girtin. 

Her wiha Sevînç Çakir ku kurê wê di hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an de hat girtin, ji Emîne Şenyaşarê bi bandor bû û li ber wezareta dadê dest bi çalakiyê kiribû. Sevînçê di roja 6’an de çalakiya xwe domand.

Dayik Şenyaşar, piştî nobetê ligel lawê xwe Ferît Şenyaşar derbasî Meclisê bû.