Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 73’emîn de berdewam dike

Nobeta Edeletê ya Emîne Şenyaşarê ya li ber Wezareta Dadê, di roja 73’emîn de berdewam dike.

NOBETA EDALETÊ YA EMÎNE ŞENYAŞAR

Parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetikirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji êrîşê bi birîndarî xelas bûbû, Nobeta Edeletê veguhestibûn pêşiya Wezareta Dadê. Nobet, di roja 73’an de berdewam kir.

Sevînç Çakar a kurê wê piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmeha 2016’an de cezayê muebeta girankirî wergirt jî piştevaniya malbata Şenyaşar kir.  Şevînçê, bi cilên ku li ser “Ez kurê xwe dixwazim” dinivîsî hat ber wezaretê.

Malbata Şenyaşarê piştî fitara xwe ve kir, derbasî meclîsê bû.