Nobeta Edaletê: Deriyên Îmraliyê vekin!

Di çalakiya malbatên girtiyan ya li Îzmîrê de gotin: “Divê deriyên Îmraliyê vekin. Hûn nikarin Kurdan biqedînin. Mifteya aştiyê di destê me de ye”.

Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye lê nayên berdan, di roja 116’an de li ber Edliyeya Îzmîrê dewam kir. Malbatên girtiyan di çalakiyê de berdilkên ku li ser wan “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Deng bide zindanan” hatibû nivîsandin li xwe kirin. Malbatan di çalakiyê de tim û tim dirûşmên, “Heq, hiqûq ,edalet” û "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navçeyên Menemenê û endama Meclisa HDP’ê Hacay Yilmaz jî piştgirî dan çalakiyê.

 ‘HÛN NIKARIN KURDAN BIQEDÎNIN’

Yek ji malbata girtiyan Medîne Kaymaz di nobetê de axivî û got: “Mafê me hemûyan yê jiyanê heye. Rêberê Gelê Kurd rêzdar Abdullah Ocalan ji ber ku aştî xwest 24 sal in di girtîgehê de ye. Deriyan vekin, tecrîdê rakin, bila ev zilm biqede. Ger bi Kurdan re aştiyê nekin, aştî nayê Tirkiyeyê. Hûn nikarin Kurdan biqedînin. Mifteya aştiyê di destê me de ye.”

 Kaymaz, destnîşan kir ku destilatdarî ji miriyên Kurdan jî ditirse û wiha axivî: “Hestiyên zarokên wan di kîsekî de dan dê û bavê wan. Êrişî goristanan dikin. Lê di demeke nêz de wê ev roj derbas bibin.”