Nobedarên vê hefteyê malbatên şehîdan e

Nobeda Azadiyê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê tê girtin, ji aliyê endamên Saziya Malbatên Şehîdan ve dewr hate girtin.

Nobeda "Azadî ji Ocalan re" ku li bajarê Strasbourg ê Fransayê li meydana li ber avahiyên Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê tê girtin, di hefteya 303'an de ye.

Nobed çalakiya herî demdirêj a Kurdistaniyên li Ewropayê ye ku bê navber dewam dike. Nobedarên vê hefteyê endamên Saziya Malbatên Şehîdan a Strasbourgê Mazlûm Alça, Dûran Agaç, Hasan Ayik û Halîl Akdenîz e.

'DIVÊ CPT AGAHIYEKE TÊRKER BIDE RAYA GIŞTÎ'

Dûran Agaç li ser çalakiya xwe daxuyanî da û diyar kir ku tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan ev 2 sal in bi rengê herî dijwar dewam dike. Agaç got, gelê Kurd ji ber ewlekariya jiyana Ocalan bi fikar e. Agaç bang li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) kir ku bi erk û berpirsyariya xwe rabe û wiha dewam kir: "Divê tavilê biçe û bi Ocalan re hevdîtinê bike. Pêwîste agahiyeke têrker bide gelê Kurd û raya giştî."

Agaç ragihand ku wê hefteyekê li ser têkoşîn û nêrînên Ocalan agahiyê bidin mirovên li derdorê.

Nobeda "Azadî ji Ocalan re" hefteyê heft rojan didome. Her hefte komek ji bajarekî cuda yê Ewropayê nobedê digire.

Nobed ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve bi rengekî bê navber dewam dike.