Nobedarên vê hefteyê Kurdistaniyên ji Hîldesheîm û Peîne ne

Çalakiya 'Nobeda Azadiyê', ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê lidarxistin, di hefteya 244. de ye.

 

Çalakiya li ber avahiya Konseya Ewropayê, vê hefteyê ji aliyê 5 kesên ji bajarên Hîldesheîm û Peîne yên Elmanayyê ve tê meşandin.

Tevî dostê Kurd ê Elman Alexander Weîst, Kurdistaniyên bi navê Bûrhan Gimgim, Orhan Kaymak, Mûstafa Mûhammed û Alî Dêrik vê hefteyê nobedê digirin.

Komê roja Yekşemê nobed dewr girt. Li ser navê komê Bûrhan Gimgim axivî û anî ziman, ku ew li ser navê meclîsên Peîne û Hîldesheîmê nobedê digirin. Gimgim diyar kir, ji roja destpêkê ve Kurdistaniyên li bajêr destekê didin wan û anî ziman, çalakiya wan gelekî bi moral derbas dibe.

Bûrhan Gimgim bang li Konseya Ewropayê û saziyên Yekîtiya Ewropayê kir, ku guh bidin daxwazên gelê Kurd. Gimgim da zanîn, Kurd jî mîna gelên din li Ewropayê xwedî potansiyeleke girîng e û tevkariyê li jiyana çandî, kar û perwedeyê dikin. Gimgim destnîşan kir, nabe ku daxwazên wan jinedîtî ve bên.

'BILA NIRX NEBIN QURBANÊ BERJEWENDIYÊN ABORÎ'

Endamên komê diyar kirin, ku ew dixwazin welatên Ewropayê helwesteke zelal li dijî faşîzma AKP'ê nîşan bidin û bang kirin, ji bo nirxên bi dehan salan e tên parastin nebin qurbanê berjewendiyên aboriyê.

Çalakgeran destnîşan kirin ku Kurd wê ti carî dest ji azadiya Ocalan bernedin û bal kişandin ser girîngiya perspektîfa azadiyê ya Ocalan pêşkêşî gelê Kurd û gelên din kiriye.

Kurdistaniyên li Strasboûrg û derdora wê dijîn, piştgiriyê didin çalakgerên Nobeda Azadiyê. Duh jî komekê çalakger bi rengekî komî ziyaret kir û di nava rojê de jî bo destekdayînê serdan tê kirin.

Nobeda 'Ji Ocalan re Azadî', di 25'ê Hezîrana 2012'an de hat destpêkirin. Ji hingî ve bê navber ji serê sibehê heta êvarê saet 17'an tê giritn. Di çalakiyê de li ser nêrînên Ocalan belavok û pirtûk tên belavkirin.