Nobedarên vê hefteyê Kurdistaniyên ji Dortmûndê ne

Nobeda "Azadî ji Ocalan re", ku li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dewam dike, di hefteya 273'an de ye.

Nobeda, ku 25'ê Hezîrana 2012'an li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrgê dest pê kir, vê hefteyê ji aliyê 3 Kurdistaniyên ji bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê ve tê girtin.

Koma ji Dortmûndê hat û roja Yekşemê nobed dewr girt, ji welatiyên bi navê Abdulhekîm Uzer, Ahmet Karaca û Abdulhakî Asat pêk tê.

Çalakgeran bang li her kesî kirin, ku tevlî çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibin. Endamên komê wê hefteyekê bi vê armancê nobedê bigirin.

Nobeda "Azadî ji Ocalan re" 25'ê Hezîrana 2012'an dest pê kir û hefteyê heft rojan bi rengekî bê navber dewam dike. Heta niha bi qasî 1500 kes tevlî çalakiyê bûne.