Nobedarên vê hefteyê Kurdistaniyên ji Bremenê ne

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ya li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê pêk tê, di hefteya 368'an de ye.

Çalakiya 'Nobeda azadî ji Ocalan re' ku li bajarê Strasbourg ê Fransayê li ber avahiya Konseya Ewropayê pêk tê, bi koma nû didome.

Koma ji sê kesan a ji bajarê Bremenê yê Elmanyayê wê tevahiya hefteyê nobedar be. Di nava komê de Bavê Exmed, Vedat Demîr û Alî Hesen hene.

Bi navê komê daxuyaniyek hate dayin û hate ragihandin ku wê esareta Rêberê Gelê Kurd ti carî qebûl nekin û heta azadiya wî wê çalakiya xwe bidomînin. Çalakgeran bang li gelê Kurd kirin ku ji bo azadiya Ocalan têbikoşe.

Çalakiya nobedê ya bi navê 'Azadî ji Ocalan re' ku 25'ê Hezîrana 2012'an dest pê kir zêdeyî 7 sal in bi rengekî bênavber didome.