Nobedarên vê hefteyê koma ji Darmstadtê ye

Nobeda "Azadî ji Ocalan re" ku li bajarê Strasbourg ê Fransayê tê girtin, di hefteya 299'an de ye. Kurdên ji bajarê Darmstadt ê Elmanyayê bûn nobedarên vê hefteyê.

Nobeda ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê dest pê kir, ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve bi rengekî bê navber dewam dike. Her hefte komek ji bajarekî Ewropayê nobedê dewr digire. Nobedarên vê hefteyê jî koma ji 4 kesan a ji bajarê Darmstadt ê Elmanyayê ye.

Celaledin Demir, Yaser Qamişlo, Ahmet Seçilmiş û Hüseyin Örüç bi dirûşma "Azadî ji Ocalan re" tevlî çalakiyê bûn.

Endamên komê li ser çalakiya xwe daxuyaniyke dan û destnîşan kir ku esareta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin. Çalakgeran diyar kirin, pirsgirêkên bingehîn ên li Rojhilata Navîn bi nêrîna wî dikarin çareser bibin. Nobedaran bang li Kurdistaniyên li Ewropayê kirin ku xwedî li Ocalan derkevin û li dijî êrîşên li ser Efrînê jî rabin ser piyan.

Di çalakiya nobedê de heta niha bi sed hezaran broşur û belavok hatine belavkirin.