Nobedarên vê hefteyê koma ji Danîmarkayê ye
Nobedarên vê hefteyê yên çalakiya 'Nobeda Azadiyê', 4 kesên ji Danîmarkayê ne.
Nobedarên vê hefteyê yên çalakiya 'Nobeda Azadiyê', 4 kesên ji Danîmarkayê ne.
'Nobeda Azadî ji Ocalan re' ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dest pê kir, di hefteya 318'an de ye. Nobed bi beşdariya çalakgerên nû dewam dike.
Welatparêzên Kurd Kejê, Xecê, Serhed û Sadik ên ji Danîmarkayê nobeda vê hefteyê dewr girtin.
Bi navê çalakgeran daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, "Mîna ku ji aliyê fîzîkî ve em li cem Rêberê xwe ne. Em ji rêyeke dûr hatin, lê ji bo me weke rêyeke kin bû."
Çalakgeran bang li Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) kirin ku li dijî tecrîda li ser Ocalan bi erk û berpirsyariya xwe rabin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku gelê Kurd wê dev ji azadiya Ocalan bernede û hate gotin, "Gelê Kurd wê timî dilsozê Rêberê xwe be. Em ê di pratîkê de jî vê nîşan bidin. Di serî de Kurdên ji Anatoliya Navîn em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku di vê demê de ji bo Rêbertî bi erk û wezîfeyên xwe tevbigerin."