Nobedarên vê hefteyê koma ji Berlîn û Strasboûrgê ye

Çalakiya nobedê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê tê lidarxistin, vê hefteyê ji aliyê komeke ji Kurdistaniyên ji bajarê Berlîn ê Elmanyayê û bajarê Strasboûrg ê Fransayê ve tê meşandin.

Çalakiya ku bi navê 'Nobeda Azadî ji Ocalan re' ji 25'ê Hezîrana 2012'an ve li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li pêşiya avahiyên Konseya Ewropa û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) tê meşandin.

Her hefte ji bajarekî cuda yê Ewropayê Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiyê dibin. Di hefteya 425'an de komek ji paytexta Elmanya Berlînê û bajarê Strasboûrg ê Fransayê bû nobedar.

Bi navê her çar çalakgerên vê hefteyê Edîp Xanegînî axivî û got, "Em ji çar parçeyên Kurdistanê li vir in. Berê yên ku ji 4 gundên cîran li hev kom dibûn du rojan îdare nedikirin. Lê îro fikrê Rêberê me em gihand hev. Ev jî yekîtiya neteweyî ye. Divê her kes zanibe ku bi fikrê Rêbertî şoreş nêzîk e."

Xanegînî destnîşan kir ku ji bo gelê Kurd dem dema yekîtiyê ye û got, "Bila saziyên li vir me bibînin; hûn li dilsoziya bi Rêberê me re meşa dikin, ji nedîtî ve neyên."